Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê biryar daye ku wan çekdarên Îraqî yên li Şingalê ku nêzîkî PKKyê ne, tevlî hêzên ewlehiyê bike û meaşên wan bide lê YBŞyê gotegotên li ser peymaneke bi vî rengî red kirin.
Di civîneke ewlehiyê de ku bi serperiştiya Serokê Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Ebdulemîr Şemerî hat kirin rewşa Şingalê û avakirina wê hatin gotûbêjkirin.
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re ragihand:
"Hikûmeta Îraqê bi niyet e wan hemû çekdarên Îraqî yên nêzîkî PKKyê yên li Şingalê, bixe nav hêzên ewlehiyê ku ev dê ji hêzên Heşda Şebiyê cuda be."
Wî amaje pê kir ku hejmara wan kesan di navbera 1500 û 2000 kesî de ye.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Casim Kakeyî li ser vê mijarê ji Rûdawê re piştrast kir ku biryar e hikûmeta federal wan çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) tevlî hêzên ewlehiyê bike û meaşên wan bide.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Casim Kakeyî got:
"Gotûbêjên li ser vê mijarê berdewam dikin û armanc vegerandina aramiyê ya li herêmê ye."
Li aliyê din, Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di daxuyaniyekê de ew hemû nûçe red kirin û ragihand:
"Ew raporên ku behsa tevlîbûna 2 hezar û 200 şervanên me di nav refên artêşa Îraqê de dikin, ti bingehên wan ên rast nînin û ti peymanên bi vî rengî nehatine kirin."
YBŞyê tekez kir ku ew rêzê li saziyên fermî yên Îraqê digirin lê pêwîst e gaveke ku tê avêtin bi beşdariya aliyên pêwendîdar û xelkê herêmê be.
Her wiha ji medyayê xwest ku berpirsyarane tevbigerin û raporên bêbingeh wekî biryara fermî nîşan nedin.
Ev pêşhat di demekê de ne ku li gorî Peymana Şingalê ya 2020an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê dosyeya ewlehiya navxweyî ya Şingalê radestî polîsên xwecihî bê kirin û zemîn ji bo vegera koçberan bê amadekirin.
Biryara nû ya Bexdayê eger bikeve meriyetê, wekî hewleke ji bo yekkirina wan hêzên çekdar ên ku niha li derveyî saziyên fermî yên dewletê ne tê dîtin.



