Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê hirçek ket gomê û 143 mih mirar bûn.
Îsmaîl Kutlu li gundê Miharê yê ku bi qasî 35 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e ajeldariyê dike.
Kutlu serê sibehê ji bo ku pezê xwe bibe çêrgehê çû ber gomê.
Wî dît ku deriyê gomê hatiye şikandin.
Dema ku ket hundir pê hesiya ku pezên wî mirar bûne.
Hirçekê bi şev êriş kiriye
Di lêkolînan de derket holê ku hirçek bi şev ketiye gomê û êrişî pez kiriye.
Di êrişê de 143 pez mirar bûn û hinek jî birîndar bûn.
Tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê piştî agahdarkirinê, çûn gomê.
Tîman li wê derê li ser bûyerê lêkolîn kir.



