Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Sûriyeyê Şêx Ehmed Newaf Cerba ragihand ku divê Kurd di hemû saziyên dewletê yên Sûriyeyê de bibin xwedî maf.
Parlamenterê Sûriyeyê Şêx Ehmed Newaf ku nûnerê parêzgeha Hisîçayê ye di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de qala gelek mijarên girîng ên herêmê û Sûriyeyê kir.
Şêx Ehmed Cerba li ser krîza nan, rewşa aborî, vekirina saziyên dewletê yên li herêmê û perwerdeya bi zimanê Kurdî peyamên girîng dan.
Wî bal kişand ser wê yekê ku li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kiriye û divê hemû pêkhate bi hev re di nav dewletê de cih bigirin.
Krîza nan û rewşa aborî ya li herêmê
Şêx Ehmed Newaf Cerba di destpêka axaftina xwe de qala krîza nan a li herêma Cezîreyê kir.
Cerba diyar kir ku ev krîz ji bo xelkê herêmê bûye barekî gelekî giran.
Bi gotina wî, niha li bazarê "lîreya nû ya Sûriyeyê" tê bikaranîn û ev yek bandoreke rasterast li nan û pêdiviyên jiyanî dike.
Cerba ragihand ku ew niha li Şamê ne û ew bi birêvebirên Banka Navendî û navendên bazirganiyê re di nav dan û standinan de ne da ku ev krîz were çareserkirin.
Parlamenterê Sûriyeyê eşkere kir ku entegrekirina aboriya Rojavayê Kurdistanê û Şamê didome û ev pêvajo ji bo aramiya herêmê gelekî girîng e.
Cerba destnîşan kir ku divê xelkê herêmê di mijara nan û kel û pelên bingehîn de zererê nebîne.
Wî anî zimên ku hikûmet li ser planeke nû dixebite û bi vê planê dê lîreyê nû bi awayekî berfireh bikeve bazarê û krîza nan bi dawî bibe.
Vekirina Qesra Edaletê û Saziya Nifûsê
Mijareke din a girîng ku Şêx Ehmed El Cerba qal kir, vekirina saziyên qanûnê û îdarî yên li parêzgeha Hisîça û Qamişloyê bû.
Cerba ragihand ku piştî civînên encumena parêzgehê wan biryareke nû daye û li gorî vê biryarê dê Qesra Edaletê û Saziya Nifûsê ji nû ve werin vekirin û wiha domand:
"Dema borî hinek alozî di navbera kesan de çêbûn. Di girtîgehên Qamişlo û Hisîçayê de hinek mirovên baş û hinek mirovên nebaş bûn sedema krîzan.
Lê niha bi piştgiriya Fermandar Mezlûm Ebdî û aliyên din, em li ser wê yekê dixebitin ku hemû kar û barên îdarî û qanûnê ji nû ve bên meşandin."
Vekirina van saziyan ji bo xelkê herêmê derfeteke mezin e da ku karên xwe yên fermî bêyî astengî bikin.
Mafên Kurdan û Biryarnameya 13an
Şêx Ehmed Newaf Cerba li ser mafên welatîbûnê yên Kurdan daxuyaniyên gelekî balkêş dan.
Wî bal kişand ser "Biryarnameya 13an" a serokatiyê ku li ser nifûs û nasnameya Kurdan hatibû derxistin.
Cerba diyar kir ku ev biryar ji bo Kurdan gaveke dîrokî ye da ku bibe bingeha çareserkirina pirsgirêka nasnameyê.
Cerba da zanîn ku Kurmanciya wî jî baş e û ew bi xwe xelkê herêmê ye û wî bi bîr anî ku bi sedsalan e Kurd û Erebên eşîra Şemmarê bi hev re dijîn û got:
“Birayên me yên Kurd di gelek krîzan de man. Parastina nasnameya wan ji bo me her tim xaleke sereke bû.
Em di vê parlamentoyê de ji bo hemû gelê Sûriyeyê dixebitin. Lê ji bo Kurdan daxwazên me yên taybet hene da ku mafên wan ên welatîbûnê bi temamî werin qebûlkirin."
Perwerdeya bi zimanê Kurdî
Şêx Ehmed El Cerba dema ku mijar hat ser perwerdeya bi zimanê Kurdî, bi zelalî piştgiriya xwe nîşan da.
Cerba ragihand ku piştî biryara serokatiyê û bernameya nû ya xwendinê êdî astengî li ber zimanê Kurdî nemane.
Cerba xwest ku li Rojavayê Kurdistanê û li hemû cihên ku Kurd lê dijîn zimanê Kurdî bibe beşek ji perwerdeyê û wiha domand:
“Kurd dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û ev mafekî wan ê xwezayî ye.
Zimanê Kurdî, çanda Kurdan û dîroka wan dewlemendiya Sûriyeyê ye. Em li parlamentoyê piştgiriyê didin ku Kurdî bibe pergaleke perwerdeyê û pergal bi vî rengî were sererastkirin."
Cerba eşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê niha amade ye di warê çandî û perwerdeyê de gavan biavêje û bi vî awayî Kurd dê bi zimanê dayîkê fêrî zanistê bibin.
Biratiya Kurd û Şemmaran
Şêx Ehmed Cerba bi serbilindî qala biratiya eşîra Şemmarê û Kurdan kir.
Wî diyar kir ku ew ne tenê cîran in, ew wekî birayan bi sedsalan e li heman gundan û li heman bajaran dijîn.
Cerba bi bîr xist ku dema şoreş dest pê kir (beriya 14-15 salan) wan her tim bi hev re li dijî zilmê û ji bo parastina herêmê têkoşîn daye.
Cerba da zanîn ku siyaseta wan a li Şamê û Hisîçayê li ser bingeha bihevrejiyanê ye û bangî hemû Kurdan kir û got:
"Kurd birayên me ne. Çi mafê Şemmaran hebe, divê yê Kurdan jî hebe. Di Artêşa Ereban a Sûriyeyê de, di nav wezaretan û birêvebirinê de divê Kurd cih bigirin."
Li gorî gotina wî, Kurd jî mîna Ereb û pêkhateyên din stûnên sereke yên dewleta Sûriyeyê ne.
Pisporên Kurd û saziyên dewletê
Parlamenterê Sûriyeyê bal kişand ser rewşa rewşenbîr û pisporên Kurd.
Cerba diyar kir ku Kurd di nav hemû beşên civakê de xwedî şiyanên mezin in û destnîşan kir ku Kurd xwedî bijîşk, endezyar, parêzer û akademîsyenên gelekî serkeftî ne û wiha pê de çû:
“Armanca me ew e ku em van pisporên Kurd di nav saziyên dewletê de çalak bikin. Divê ew di parastinê de, di navxweyî de û di hemû wezaretan de xwedî erk bin. Maf û erkên wan wekî yên her Sûriyeyiyekî ne."
Şêx Ehmed Newaf Cerba di dawiya hevpeyvînê de silavên xwe ji bo hemû xelkê Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandin.
Cerba bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera wan û Başûrê Kurdistanê de û spasiya tîma Rûdawê kir ku dengê wan digihînin hemû cîhanê.
Cerba bi zimanê Kurdî spasiya pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara kir û got ku ew her dem amade ne ji bo piştgirî û xizmeta gelê herêmê bixebitin.


