Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê Clemens Semtner pesnê rola navneteweyî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di aramkirina rewşa herêmê de da û got, “Nêçîrvan Barzanî dikare di pêkanîna aştiyê de roleke girîng bilîze.”
Her wiha wî bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku bi wêrekî ber bi peymanê ve gavan biavêjin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Clemens Semtner piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ji Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re axivî û got:
“Îro min bi Serok Nêçîrvan Barzanî û nûnerên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civîneke gelekî baş kir.
Min ji ber rola wî ya avaker spasiya Nêçîrvan Barzanî kir. Ez dizanim ku wî di nermkirina hinek aloziyên heyî de roleke sereke lîst.
Ez dibînim ji ber ku ew hemû aliyan gelekî baş dinase, dikare di pêkanîna aştiya li herêmê de roleke girîng bilîze."
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de Berpirsê Nû yê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê yê Hewlêrê Stephan Wendt jî amade bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ji ber rol û piştgiriya wan spasiya Yekîtiya Ewropayê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha wî ji bo destbikarbûna wî pîrozbahî li Wendt kir û jê re serkeftin xwest.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Semtner pêbendbûna Yekîtiya Ewropayê ya ji bo piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kiriye.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê xwestiye pêwendî zêdetir bibin û ragihandiye ku ew dê di hemû qadan de alîkariyên xwe bidomînin.
Avakirina hikûmetê
Semtner li ser hewldanên PDK û YNKyê yên ji bo avakirina hikûmetê jî axivî.
Wî destnîşan kir ku ew wekî aliyekî derve nikarin rasterast destwerdanê bikin lê dikarin wan teşwîq bikin û got:
“Bi rastî, ez bawer nakim ku em wekî aliyekî derve ji bilî teşwîqkirinê karibin tiştekî din bikin."
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê anî zimên ku pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê eşkere ne û got:
"Tenê pêwîstî bi wêrekî û baweriyeke mezin a her du aliyan heye da ku ber bi pêş ve gavan biavêjin.
Min bihîstiye ku hinek nîşane hene ku ew ber bi aliyê rast ve gavan diavêjin. Em pesnê wan didin û dibêjin ev tiştekî baş e.
Lê wekî aliyekî derve, ez bawer nakim ku em karibin di van gotûbêjan de roleke mezin bilîzin."
Piştgiriya aborî
Balyozê Yekîtiya Ewropayê di beşeke din a axaftina xwe de qala wê yekê kir ku ew dixwazin piştgiriya aboriya Îraqê bikin û hilberînê li wî welatî zêdetir bikin û rewş wiha rave kir:
"Dê bala me li ser çend qadan be. Di nav wan de binesazî, teknolojiya zanyariyê û bazirganiya çandiniyê hene.
Armanca me ew e ku em aboriya vî welatî xurt bikin. Ev dê bibe yek ji wan mijaran ku em dê ji bo serkeftinê gelekî li ser bixebitin."



