Amed (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat oxirkirin.
Siyasetmedarê naskirî Mehdî Zana 86 salî bû û 40 roj bû li nexweşxaneyeke taybet a Amedê dihat dermankirin.
Zana 29ê Tebaxê ji ber têkçûna piraniya endamên laşê xwe koça dawî kir.
Xizmên wî, dost, heval, rêheval û gelek siyasetmedarên bajêr beşdarî merasîma oxirkirina wî bûn.
Beriya ku termê wî bibin goristanê, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîmeke rêzgirtinê hat lidarxistin.
Piştî vê merasîmê termê Zana birin Goristana Yenîkoyê.
“Bere ciwanên Kurd nemirin besî me ye”
Hevjîna wî siyasetmedar Leyla Zanayê bi çavên tijî rondik û bi kulîlkan xatir ji hevjînê xwe xwest.
Leyla Zana li ser gora hevjînê xwe axivî û got:
“Bila serê miletê Kurd sax be. Rêya me hemûyan ev e, em ê di vê rêyê de herin. Bere ciwanên Kurd nemirin besî me ye.”
Heval û dostên wî behsa wî kir
Nivîskar Îbrahîm Xortê ku yek ji beşdarên merasîmê bû, behsa kesayeta Zana kir û got:
“Mehdî Zana beriya her tiştî Kurd bû. Kurdperwer bû, welatparêz bû. Ji can û dil Kurdîtî dikir. Ji miletê xwe û ji welatê xwe hez dikir.”
Hevalê wî Nûrî Sînîr jî diyar kir ku Zana di her şert û mercî de nasnameya xwe parastiye û anî zimên:
“Mehdî Zana bawermend bû, Kurd bû. Bi axaftina xwe, bi têkoşîna xwe û di hundirê zindanê de jî Kurd bû.”
“Jiyana wî neynika jiyana Kurdan bû”
Parlamenterê berê yê HDPyê Necdet Îpekyuz bal kişand ser zehmetiyên ku Zana di jiyana xwe de dîtine û wiha axivî:
“Mehdî Zana zîndan dîtiye, qeyûm dîtiye, koçberî dîtiye lê wî ti carî serê xwe nizm nekiriye.
Wî ti carî hêviya xwe kêm nekiriye. Ji bo ku rêyekê veke, wî her tim bi hêviya xwe coş daye derdora xwe jî.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku jiyana Zana neynika jiyana Kurdan e û got:
“Mehdî Zana hem siyasetmedar bû, hem ket zîndanê û hem jî koçber bû. Ev tişt bi giştî jiyana gelê Kurd in û jiyana gelê Kurd jî di jiyana wî de xuya dikir.”
Şîna wî dê 3 rojan bidome
Mehdî Zana ji 21ê Tîrmehê ve li nexweşxaneyeke taybet a Amedê ji ber nexweşiyên Parkinson û Alzheimerê yên giran di beşa lênêrîna hûr de dihat dermankirin lê doh koça dawî kir.
Piştî spartina bi axê, şîna Mehdî Zana li navenda Amedê li Mala Şînê ya Liciyan hat danîn û dê şîna wî 3 rojan bidome.


