Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl piştrast kir ku peymana leşkerî ya 4 salî ya ku bi Koalîsyonê re hatibû îmzekirin dê meha îlonê bi dawî bibe.
Îdiayên ku dibêjin Pentagon dê para xwe ya 61 milyon dolarî ya di budceyê de nû neke, li herêmê deng veda.
Hevkariya leşkerî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî de ket qonaxeke krîtîk.
Ew peymana stratejîk a ku sala 2022yan di navbera Wezareta Pêşmergeyan û Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê de hatibû îmzekirin û armanca wê nûjenkirina Pêşmergeyan bû 30ê Îlona 2026an dema wê temam dibe.
Alîkariya 61 milyon dolaran di xetereyê de ye
Çavkaniyên leşkerî û medyaya navneteweyî îdia dikin ku Pentagonê agahî daye Herêma Kurdistanê ku dê ev peyman neyê dirêjkirin.
Eger peyman neyê nûkirin, dê birîna wê piştgiriya aborî ya rasterast a Amerîkayê ya ku salane nêzîkî 61 milyon dolaran e bikeve rojevê.
Ev pere ji bo meaş û xerciyên lojîstîk ên hêzên Pêşmergeyan tê dayîn.
"Me merc bi cih anîn, me hêz kirin yek"
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl li ser vê mijarê taybet ji Rûdawê re axivî.
Wî destnîşan kir ku wan berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya peymanê de bi temamî bi cih anîne û got:
“Me pêvajoya komkirina hêzên Pêşmergeyan a di bin banekî de temam kir ku ev mercê herî girîng bû.
Îro me wekî 11 lîwa û fermandeyeke giştî ava kirine ku bi temamî bi ser wezareta me ve ne. Li derveyî wezaretê ti hêzên serbixwe nemane.”
Pentagon bê deng e
Li hemberî îdiayên ku dibêjin dê alîkarî werin birîn, daxuyaniyeke zelal a ku dihat payîn ji Pentagonê derneket.
Berdevka Pentagonê pirsa Rûdawê ya li ser mijarê bersivand û got, "Di vê qonaxê de tiştekî me nîne ku em bibêjin."
Pentagonê bi vê bersivê deriyên li ser pêvajoyê ne bi temamî girtin ne jî vekirî hiştin.



