Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo siyasetmedarê Kurd Mehdî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.
Beriya merasîm dest pê bike, wêneyê Mehdî Zana bi avahiya şaredariyê ve hat daliqandin.
Darbesta Mehdî Zana ya ku bi Alaya Kurdistanê hatibû pêçandin, anîn qada merasîmê.
Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de şaredariya Amedê kir.
Hevjîna wî Leyla Zana, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucaê, Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gultan Kişanak, siyasetmedar, malbata wî, hevrêyên wî û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Serra Bucak: Zana bi hafizeya Amedê re bû yek
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di merasîmê de axivî.
Serra Bucakê diyar kir ku di dîroka nêzîk a bajêr de cihekî girîng ê Mehdî Zana heye.
Bucakê destnîşan kir ku Zana sala 1977an bi vîna gel wekî Şaredarê Amedê hatiye hilbijartin.
Wê anî zimên ku Zana serokatiya şaredariyê tenê wekî peywirekê nedîtiye.
Serra Bucakê da zanîn ku Zana daxwazên gel û bajêr xistine navenda birêvebiriya xwecihî.
"Têkiliya wî ya bi gel re ti carî qut nebû"
Bucakê bi bîr anî ku piştî derbeya 12ê Îlona 1980yî Zana ji kar hatiye dûrxistin û hatiye girtin.
Wê got ku tevî salên zindanê û zextan jî têkiliya Zana ya bi gelê wî re domiye.
Bucakê diyar kir ku jiyana Zana neynika têkoşîna gelê Kurd û birînên di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de ye.
"Mîrateya wî tenê ne ya dema borî ye"
Bucakê eşkere kir ku mîrata siyasî ya Mehdî Zana îro jî didome.
Wê anî zimên ku îro jî şaredar hene ku ji ber vîna gel, ziman û çanda xwe ji kar tên dûrxistin.
Serra Bucakê destnîşan kir ku hilbijartin tenê ne bidestxistina meqamekî ye, ew xwedîderketina li vîna gel, hafizeya bajêr û siyaseta demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye.
Serra Bucakê di dawiya axaftina xwe de xîtabî Zana kir û got:
"Amed dê te ji bîr neke kekê Mehdîî. Heta ku vîna gel û têkoşîna azadiyê hebe dê şopa te jî bijî."
Zana dê îro were veşartin
Piştî merasîma bîranînê, cenazey Mehdî Zana dê saet 13:00an bibin Mizgefta Mezin a Amedê.
Piştî nimêja cenaze, dê cenazeyê wî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi axê were spartin.
Piştî kar û barên veşartin, dê ji bo Zana li Mala Şînê ya Licêyan şîn bê danîn.



