Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji bo koçkirina siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdi Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdi Zana doh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
"Ew sembola berxwedan û rûmetê bû"
Îlham Ehmedê di peyama xwe ya sersaxiyê de ji Leyla Zanaya hevjîna Mehdî Zana re sersaxî xwest.
Îlham Ehmedê her wiha diyar kir ku ew bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Mehdi Zana gelekî xemgîn bûye.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di peyama xwe de wiha got:
“Xwişka delal û hêja birêz Leyla Zana, bi xemgîniyeke mezin me nûçeya wefata hevjînê we yê hêja, têkoşerê gelê Kurd Mehdî Zana bihîst.
Mehdî Zana ne tenê hevjînê we bû, ew sembola berxwedan, rûmet û têkoşîna gelê Kurd bû.
Ji zindana Amedê heta şaredariya Amedê, navê wî wekê ronahiyekê di dîroka Kurdan de ma.”
Sersaxî ji bo malbatê
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser giranbûna vê rojê sersaxî ji bo malbata Mehdî Zana û gelê Kurdistanê xwest û peyama xwe wiha bi dawî kir:
“Di vê roja giran de, em sersaxiyê ji we, ji malbata Zanayan û ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.
Cihê wî bihûşt be û bila Xwedê sebir û hedarê bide we. Em xemgîniya we parve dikin. Bi rêz û sersaxî...”



