Hewlêr (Rûdaw) - Geştên balafiran ên rasterast ên di navbera Wan û Tehranê de dest pê kir, geşta ewil doh êvarî bi rê ve çû.
Balafira rêwiyan a şirketeke taybet saet 18:00an ji Balafirgeha Tehranê firiya û saet 19:30an li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê venişt.
Rêwiyên ku ji balafirê peya bûn, ji aliyê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva, Alîkarê Serok Fevzî Çelîktaş û endamên komîteya birêvebir ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Necdet Takva piştî merasîma pêşwazîkirinê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku wan ji bo destpêkirina geştên rasterast ên Tehran û Wanê demeke dirêj xebat meşandine.
Takva anî zimên ku ew hewl didin pêwendiyên Wanê yên bi welatên cîran re bi pêş bixin.
Takva eşkere kir ku di çarçoveya peymaneke di navbera acenteyeke li Tehranê û şirketekê balafiran de balafira ewil gihîştiye Wanê.
Wî destnîşan kir ku ev geşt ji bo binesaziya geştên navneteweyî yên Wanê gaveke girîng e û got:
“Ez bi kelecan û kêfxweş im. Ez bawer dikim ku Wan dê bibe yek ji navendên herî girîng ên balkêş ên Tirkiyeyê.”
Armanc milyonek geştyar e
Takva li ser hejmara geştyarên Îranî yên ku tên Wanê jî agahî dan û da zanîn ku sala 2025an 777 hezar Îranî di Deriyê Sînor ê Kapikoyê re derbasî Wanê bûne û anî ziman:
“Heke şer nebe û pirsgirêk dernekevin, armanca me ya ewil gihîştina milyonek geştyarî ye.”
Takva eşkere kir ku di geşta ewil de nêzîkî 80 rêwî hebûn û diyar kir ku nêzîkî 20 rêwî ji bo lêkolîna potansiyela geştyariyê ya Wanê hatine.
Takva her wiha anî zimên ku ew dê ji bo dabînkirina pêdiviyên wan ên hewandin û lojîstîkê piştgiriyê bidin.
Rêwî ji geştan razî ne
Yek ji rêwiyên Îranî Mahsa Mohammadizaferaniyê diyar kir ku ew cara ewil tê Wanê û gelekî bi kelecan e.
Wê got ku Îranî gelekî girîngiyê didin Wanê û anî zimên:
“Em hêvî dikin ku ev geşt her berdewam bikin.
Wan nêzîkî Îranê ye û em li ser vê derê meraqdar in. Îranî jî dixwazin werin vir.”
Rayedarê acenteyê Abdolreza Shakouriyê ku ji bakurê Îranê hatiye got ku ew berê çend caran çûye Tirkiyeyê lê cara ewil tê Wanê û ew ji ber vê yekê kêfxweş e.
Her wiha Semîra Tahiriyê jî destnîşan kir ku li şûna geşta bi otobusê û rêya bejahî ya ku bi saetan dikişîne, geşta bi balafirê gelekî hêsantir e.


