Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmedê ragihand ku piştî fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û destpêkirina erkê wê yê li Parlamentoya Sûriyeyê, êdî dema xebata siyasî hatiye.
Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed doh bi şev li Qamişloyê çûn serdana Goristana Şehîd Delîl Saruhan.
Siyasetmedar Îlham Ehmedê di serdana goristanê de got:
"Em ketine qonaxeke wisa ku divê em siyasetê bikin û bi kûrahî li ser pirsgirêkan bisekinin.
Divê em bi hev re biryarên girîng bidin û paşeroja xwe diyar bikin.
Ji ber vê yekê em li vir in ku soza xwe bidin şehîdan û dayîkên xwe."
Îlham Ehmeda ku berê Berpirsa Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bû, di vê serdanê de li gel Fermandarê Giştî yê berê yê HSDyê Mezlûm Ebdî bû.
Mezlûm Ebdî piştî ku fesixkirina HSDyê ragihand, wekî Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat tayînkirin.
HSD sala 2015an hatibû avakirin û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê sereke yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê bû.
Peymana bi Şamê re
Ev pêşhatên nû beşek in ji peymana di navbera HSD û Şamê de ku meha Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.
Peyman bi navbeynkariya Amerîka û Fransayê û bi piştgiriya Enqere û hevpeymanên din ên Ehmed Şer hatibû kirin.
Armanca sereke ya peymanê ew e ku saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bikevin nav sîstema Komara Ereban a Sûriyeyê.
Rexneyên li ser fesixkirina HSDyê
Mezlûm Ebdî nîvê meha Tebaxê ragihandibû ku pêvajoya entegrasyonê bi dawî bûye lê belê nûnerê serokkomariyê paşê ji Rûdawê re gotibû ku hinek şervanên berê yên HSDyê hîn tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê nebûne.
Mezlûm Ebdî û tîma wî ji ber fesixkirina HSDyê û qebûlkirina wezîfeyên li Şamê rastî rexneyan tên.
Aliyên siyasî dibêjin ku ev rêkarên nû li gorî wan mafên siyasî û çandî nînin ku bi salan e ji bo wan qurbanî hatine dayîn.
Rewşa zimanê Kurdî
Daxuyaniyên Îlham Ehmedê wekî hewldanekê ji bo aramkirina xelkê tên dîtin da ku nîşan bide serkirdeyên Kurd dê daxwazên xwe bi rêyên siyasî bidomînin.
Hikûmeta Ehmed Şer zimanê Kurdî wekî zimanekî "niştimanî" nas kiriye.
Li gorî biryara nû, li herêmên ku Kurd lê zêde ne dê hefteyê 3 demjimêran dersa Kurdî were dayîn.
Bi vê biryarê re dawî li sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî ya 15 salan hat ku li herêmê bi temamî bi Kurdî bû.
#VÎDEO - Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed çûn serdana goristaneke şehîdan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 30, 2026
💢 Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed doh bi şev li Qamişloyê çûn serdana goristaneke şehîdan
💢 Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin#Rojava pic.twitter.com/qYdzGAMTn6



