Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku di lêpirsîna li ser windabûna Gulistan Dokuyê de qonaxa 5an a operasyonê pêk hatiye û di vê çarçoveyê de 10 gumanbar hatine desteserkirin.
Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê li ser operasyonên nû hinek agahî parve kirin.
Gurlek li ser mijarê wisa got, "Wezareta me ya Dadê û Wezareta Karên Navxwe bi koordînasyoneke xurt dixebitin.
Ji bo ronîkirina sûcên kiryarnediyar, serdozgeriyên me yên komarê li gel hêzên ewlehiyê û cendirmeyan di nava hevkariyeke çalak de ne.
Bi saya teknolojiya bipêşketî û delîlên nû, îro di 2 dozên girîng de bipêşketinên gelekî balkêş çêbûn."
Agahiyên nû derketin holê
Wezîrê Dadê bal kişand ser hûrgiliyên lêpirsînê û wiha domand:
"Di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de îro qonaxa 5an a operasyonê hat kirin û 10 gumanbar hatin desteserkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê û Dêrsimê li gel hêzên ewlehiyê û cendirmeyan bi hev re bi rê ve dibin.
Di lêkolînê de, li ser wê pira ku Gulistan herî dawî lê hatibû dîtin, di qeydên nasîna plaqeyan (PTS) û tomarên ragihandinê de hinek zanyariyên nû derketin holê.
Her wiha piştî windabûna wê, li ser tevgerên biguman ên li ser hesabê wê yê Instagramê û xebatên lêgerîna di binê avê de jî hinek hûrgiliyên din hatin tesbîtkirin."
Nakokiya di navbera rapor û qeydan de
Gurlek anî zimên ku qeydên deftera tîmên binavger ên ku ji saziyên dadê hatibûn veşartin û raporên fermî yên lêgerînê li hev nakin.
Li gorî daxuyaniya Gurlek, hinek nîşane jî hene ku dibe hinek eşyayên taybet ên Gulistanê, tenê ji bo xurtkirina egera xwekuştinê, paşê di binê avê de hatibin bicihkirin.



