Hewlêr (Rûdaw) - Jin li Ameda Bakurê Kurdistanê li hev civiyan û wan kuştina Sultan Akdemîrê û hemû jinan şermezar kir.
Sultan Akdemîra 33 salî ya ku di qonaxa hevberdanê de bû, êvara 26ê Tebaxê li Sumerparkê, li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ji aliyê hevjînê xwe Ersan Akdemîr ve hat kuştin.
Sultan Akdemîrê dema ku keça xwe ya 3 salî di hembêza xwe de digirt, rastî êrişa bi çekê hat û canê xwe ji dest da.
Piştî vê bûyerê rêxistinên jinan ên li Amedê ketin tevgerê.
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê li cihê bûyerê hatin cem hev û wan daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê û Nûçegihanê RûdawêAbdulselam Akinci jî daxuyanî li cihê wê şopand.
“Em dê li pey edaletê bin”
Hamdiye Kiziltepeya meta Sultan Akdemîrê di çalakiyê de axivî û got:
"Dest şikandiye, nig şikandiye, li gepa devê wê jî daye.
Em edaletê dixwazin. Em dê heta dawiya jiyana xwe li pey edaletê bin. Divê jin neyên kuştin."
Hamdiyeyê diyar kir ku dayîka Sultanê nîne û li bavê xwe yê nexweş dinêre û got, sûcdar ji bo ku qesta canê Sultanê bike derew lê kirine û aniye cem xwe.
Hamdiyeyê bangî raya giştî kir û got, “Jin ji aliyê mêran ve tên tehdîtkirin û qetilkirin.
Em dê heta dawiya emirê xwe li pey edaletê bin. Bila kujer cezayê herî giran bistîne. Bila jin neyên kuştin, em bi hev re têbikoşin.”
“Em dê têkoşînê bidomînin”
Ayla Akat Ata li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) axivî û li dijî zîhniyeta serdest a mêran a ku ji bo kuştina jinan hincetan çêdike bertek nîşan da.
Ayla Akatê diyar kir ku bi dehan sal e ji bo avakirina mekanîzmayên ku dê jinan biparêzin ew têdikoşin lê desthilat guh nade van daxwazan û got ku qanûn bi “du standardî yan jî bi kêmasî” tên bicihanîn.
Akatê got ku serbestberdana kujeran bi kêmkirinên “tehrîka neheq” re rê li ber kuştinên nû vedike û bal kişand ser pirsgirêka madeyên hişbir û alkolê ya li pişt van kuştinan.
“Em welatê hev in”
Akatê bi bîr xist ku jinan li Êlihê kolan bi kolan xwe bi rêxistin kiribû û wan tundiya li ser jinan daxistibû asta herî kêm û wiha li pey çû:
“Dema ku diviyabû li vir hêz bidana jinan, mixabin hêz dan kujeran lê em welatê hev in. Kuştina ji aliyê kesên me yên herî nêz ve ne qedera me ye, em vê qebûl nakin.
Ti jin, ti malbat ne bi tenê ye. Kuştina jinan polîtîk e û heta ku dawî li van qetliaman were em dê têkoşînê bidomînin.”


