Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê bersiv da angaştên derbarê xebatên lêgerîna petrolê yên ku li nava kampusê tên meşandin û nîqaşên derbarê Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya 600 nivînî ku çêkirina wê tê plankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du pêvajo jî bi tevahî li gorî rêziknameyên qanûnî, bi zelalî û bi liberçavgirtina berjewendiya giştî hatine meşandin.
Zanîngeha Dîcleyê li ser angaştên ku rojên dawî di hinek dezgehên ragihandinê yên herêmî de cih girtiye, derbarê veberhênanên stratejîk û birêvebirina zeviyan ên di nava zanîngehê de daxuyaniyeke berfireh weşand.
Xebatên lêgerîna petrolê: Pêvajoyeke stratejîk û qanûnî ye
Birêveberiyê pêvajoya têkildarî egera rezervên petrolê yên ku di encama lêkolînên sîsmîk ên kampusa zanîngehê de derketine holê zelal kir û da zanîn ku xebat di çarçoveya Qanûna Petrolê ya Tirkiyeyê ya bi hejmara “6491” de tên meşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji Birêvebiriya Giştî ya Karên Maden û Petrolê (RGKMP) û Birêvebiriya Bajêr a Jîngehê hemû destûrên pêwîst hatine girtin.
Derbarê hûrgiliyên darayî û îdarî yên pêvajoyê ev agahî hatin parvekirin:
Îhale û kirêkirin: Qada bi mezinahiya 45 hezar û 794 metreçargoşeyî ya ku di çalakiyên perwerdeyê de nayê bikaranîn, bi îhaleya ku 28ê Nîsana 2026an hat kirin, 10 salan ji şirketa Lêgerîna Gaza Xwezayî û Petrolê ya Petarê hat kirêkirin.
Bedêla kirêyê: Hat diyarkirin, bedêla ku ji bo sala yekem 750 hezar lîre (li gel baca wê) hatiye diyarkirin, li gorî bihayên mînak e û ew dê her sal li gorî rêjeya bihayê bikarhêneran (TÜFE) were rojanekirin.
Para hilberînê: Di rewşa dîtina petrolê de, piştî ku lêçûnên xebitandinê tên derxistin, ji sedî 3yê dahata safî ya ku dimîne dê rasterast tevlî budceya zanîngehê bê kirin.
Birêvebiriya zanîngehê diyar kir ku lêçûna sondajê nêzîkî 20 milyon dolarî ye û ji bo her bîrê armanca hilberîna rojane 150 bermîlan heye, her wiha tekez kir ku ev veberhênan dê hem ji bo zanîngehê hem jî ji bo aboriyê tevkariyê bike.
Projeya nexweşxaneya nû: Ne tenê tenduristî, balê dikişîne ser perwerdehiyê jî.
Zanîngehê projeya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya 600 ninîvî ku bi lêçûna xwe di nava raya giştî de bûbû mijara nîqaşê jî zelal kir û da zanîn ku ji ber ku avahiya heyî 40 salî ye û di erdhejên 2023yan de zererên giran dîtine, avahiyeke nû bûye neçarî.
Derbarê berhevdana lêçûnê ya bi nexweşxaneyên bajêr re ev nirxandin hat kirin:
"Avahiya me ya nexweşxaneya nû, ne tenê navendeke tenduristiyê ye; ew wekî baregeheke perwerdeyê hatiye sêwirandin ku dê pêdiviyên bicihanînê yên xwendekarên fakulteyên Tib, Dermansazî, Zanistên Tenduristiyê û yê dibistana bilind a pîşeyî bi cih bîne. Ji ber vê yekê, berhevdana projeyê bi pîvanên saziyên tenduristiyê yên standard re nêrîneke şaş e."
"Zelalî û berjewendiya giştî bingeh e"
Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku ew di hemû pêvajoyên îhale û kirînê de ji prensîbên qanûnîbûn û zelaliyê dûr nakevin.
Serokatiyê bang kir ku guh nedin nûçeyên xapîner ên ku nasnameya sazmanî ya zanîngehê dikin armanc û da zanîn ku saziya akademîk a herî girîng a bajêr dê parastina berjewendiya giştî bidomîne.



