Qamişlo (Rûdaw) - Biryara hikûmeta Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû sedema bertekên mamoste û xwendekaran.
Ew dixwazin ku ne tenê waneyên wêjeyî, hemû waneyên zanistî jî bi zimanê Kurdî bên xwendin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko, doh êvarê (27ê Tebaxa 2026an) biryara bi hejmara 2068/943 a li ser rewşa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê derxist.
Ev biryar derfetê dide ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên fermî û taybet ên li deverên Kurdan bibe beşeke mifredatê.
Li gorî biryarê, xwendekar dê di heftiyê de 3 demjimêran bi Kurdî bixwînin.
Di sala yekem a pêkanîna biryarê de, xwendekar dikarin waneyên zanistên civakî (dîrok, cografya û felsefe) bi Erebî yan jî Kurdî bixwînin.
Lê dersên zanistî yên wekî bîrkarî, fîzîk, kîmya û biyolojî dê bi zimanê Erebî bin.
Bertekên mamosteyan
Me li Qamişloyê li ser vê biryarê pirs ji mamoste û xwendekaran kirin.
Mamoste Leyla Derwîşê bal kişand ser têgehên dersa bîrkariyê yên bi Kurdî û got:
“Em mamoste ne. Wekî mînak hevdan, komkirin û kêmkirin hemû têgehên bîrkariyê ne. Em nabêjin ‘Riyadiyad’, em dibêjin bîrkarî.
Em dibêjin erdnîgarî û zanyarî. Derfeta me heye û agahiyên me hene ku em hemû dersên xwe bi Kurdî bibêjin.”
“Îro Kurd di astên zanistî de ew qasî li pêş in...”
Mamoste Mihemed Haco jî diyar kir ku materyalên zanistî bi zimanê Kurdî hene û anî zimên:
“Îro Kurd di astên zanistî de ew qasî li pêş in û notên herî bilind standine. Ev biryar dê neheqiya li Kurdan û li zimanê Kurdî be. Civaka Kurd vê yekê qebûl nake.”
"Zimanê Kurdî biçûk dibînin"
Haco biryara hikûmeta Sûriyeyê wekî hişmendiya biçûkdîtina Kurdan pênase kir û pê de çû:
“Heta niha hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi çavekî biçûk li zimanê Kurdî û civaka Kurd dinêre.
Ji bo wê jî tenê dersên wêjeyî diyar kirine. Zimanê Kurdî xwedî fermiyetê ye û dikare hemû beşên zanistî pê werin xwendin.”
Daxwaza xwendekaran
Xwendekarên ku bi salan e waneyên zanistî bi Kurdî dixwînin jî li dijî biryarê ne.
Xwendekara pola 7an Sêmîn Îbrahîmê daxwaza perwerdeya bi Kurdî kir û got:
“Em Kurd in û dixwazin bi zimanê xwe bixwînin. Divê hemû materyalên me jî bi zimanê me yê dayîkê bin.”
“Em bi salan e waneyên zanistî bi Kurdî dixwînin”
Xwendekara beşa bijîşkiyê ya Rojavayê Kurdistanê Narîn Hesenê jî eşkere kir ku ew bi salan e beşên zanistî bi Kurdî dixwînin:
“Li gorî vê biryarê dixwazin beşên zanistî bikin Erebî. Tîpên Kurdî û latînî wekî hev in, ma çi pirsgirêk heye ku bikin Erebî? Em bi salan e waneyên zanistî bi Kurdî dixwînin.”


