Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo zêdetirî 50 gerîlayan dê 3 rojan şîn were danîn.
Nasname û agahiyên wan gerîlayên PKKyê yên ku di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye, li ser malpera “sehidenme” hatin belavkirin.
Li gorî agahiyan, piraniya wan kesan ji parêzgeha Wanê ne.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê ye
Komeleya MEBYA-DERê ragihand ku ew dê ji bo wan gerîlayan şînê deynin.
Şîn dê li Salona Mardanê ya li Taxa Selaheddîn Eyûbî ya Artemêtê were danîn.
Merasîma şînê dê sibe saet 08:30î dest pê bike û dê 3 rojan bidome.
Her wiha hat ragihandin ku dê di roja sêyem a şînê de merasîmeke bîranînê jî were lidarxistin.



