Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Kooperatîfa Jinan a Bipêşketina Çandiniyê ya Demeterê li gundê Sînevayê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi merasîmekê dest bi komkirina nokên xwemalî kir.
Jinên Geverî tovên ku ji bav û kalên wan mane li ser axa bi xêr û bêr çandibûn.
Axê jî berhem da û bi hemû bereketa xwe pêşkêşî wan kir.
Seroka Kooperatîfa Jinan a Bipêşketina Çandiniyê ya Demeterê Derya Taşarê anî ziman:
"Me nokên xwe çandibûn û niha jî dema berhevkirina wan e.
Jinên me û hemû civak hatiye da ku em nokên xwe berhev bikin.
Dema bû bihar em nokên xwe diavêjin nav axê û ti dermanan li ser wan nareşînin.
Dema bû payîz jî em tên û nokên xwe berhev dikin.
Em lepikan dixin destên xwe û berhev dikin, ev kar gelekî zehmet e."
Jinên kooperatîfê li ser 7 donim erd ev berhem çandibû.
Armanca wan ew e ku tovên xwemalî yên nokan werin parastin û ji bo nifşên nû werin veguhastin.
Piştgiriya saziyan a ji bo projeyê
Qaymeqamê Geverê, Birêvebirê Çandinî û Daristanan û Serokê Odeya Çandiniyê jî tevlî merasîmê bûn.
Wan piştgiriya xwe ji bo vê destpêşxeriya jinan nîşan da.
Birêvebira Kooperatîfa Jinan a Bipêşketina Çandiniyê ya Demeterê Hayat Mertê jî got:
"Em nokan serê biharê diçînin û havînê kom dikin.
Nokên me jî yên Kurdewarî ne ku ji dapîr û bapîrên me mane.
Niha jî me li gundê Sînevayê yê Geverê çandine.
Piştî ku me berhem berhev kir, kooperatîfa me ya jinan heye, em dibin û li wir difiroşin Geverê û hemû Tirkiyeyê."
Kooperatîfa Jinan a Demeterê sala 2019an li Geverê hatiye avakirin.
Kooperatîf hewl dide ku bi rêya çandin û parastina berhemên xwemalî, cihêrengiya çandiniyê zêde bike û derfetên nû yên kar ji bo jinên Geverî dabîn bike.


