Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîl û barkêşel li hev qelibîn.
Di vê qezaya giran de 2 mirin û kesek jî birîndar bû.
Bûyer îro li nêzîkî gundê Xarzikayê yê navçeya Licê çêbû.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku O.B. diajot û barkêşa ku S.E. diajot li hev qelibîn.
2 kes li cihê qezayê mirin
Di qezayê de şofêrê otomobîlê û kesekî din ê ku di heman otomobîlê de bû li cihê qezayê mirin.
Şofêrê barkêşê jî di encama lêdanê de birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman kesê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.
Termên her du kesên ku canê xwe ji dest daye jî ji bo kar û barên otopsiyê rakirin meytxaneya heman nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê li ser vê bûyera trafîkê dest bi lêpirsînê kir.



