Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar da ku 29 erd û milkên din ên şaredariyê bifiroşe.
Ew milkên ku li taxa Qiyancakê ya navçeya Artemêtê ne, dê bi rêya 'îhaleya girtî' werin firotin.
Ji bo vê yekê ji aliyê şaredariyê ve îlan hat belavkirin.
Li ser biryara Meclisa Şaredariyê ya 10ê Tebaxê, dê îhaleya firotinê 28ê Tebaxê bê kirin.
Li gorî nûçeya MAyê, piraniya van milkan ji bo çêkirina xaniyan in.
Ji lîsteya firotinê 23 jê wekî qadên niştecihbûnê û 6 jî wekî qadên bazirganiyê hatine destnîşankirin.
Rûberê qadên niştecihbûnê yên di lîsteyê de ji 13 hezar û 800 metreçargoşeyî dest pê dike heta 24 hezar û 150 metreçargoşeyî diçe.
Qadên bazirganiyê jî ji perçeyên 3 hezar, 3 hezar û 495, 4 hezar û 5 hezar metreçargoşeyî pêk tên.
Bihayê destpêkê yê qadên niştecihbûnê ji 44 milyon û 850 hezar lîreyî dest pê dike û heta 81 milyon û 190 hezar lîreyî giran dibe.
Bi van erd û milkên dawî re, hejmara milkên ku birêvebiriya qeyûm heta niha derxistine firotinê gihîşt 304an.



