Amed (Rûdaw) - Narîn Gurana 8 salî ya ku li Amedê hatibû kuştin, di salvegera duyemîn a mirina xwe de li ser gora xwe tê bibîranîn.
Bav Arîf Guran ji Rûdawê re axivî û bertek nîşanî cezayê heta hetayê yê ku dane malbata wî da.
Arîf Guran got, "Di dosyeyê de delîl nînin, operasyonên li ser torên civakî em şewitandin."
Narîn Guran 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çuliyê ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû.
Piştî 19 rojan cenazeyê wê di nava çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Di ser mirina trajîk a Narînê re 2 sal derbas bûn.
Îro malbata Guranan li ser gora Narînê civiya û ji bo keça biçûk mewlûd da xwendin.
Di merasîma bibîranînê de bav Arîf Guran pirsên nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akinci bersivandin.
Arîf Guran diyar kir ku 2 salên borî ji bo wî wekî temenekî giran derbas bûne û wî pêvajoya darizandinê û nîqaşên di raya giştî de rexne kirin.
Bav Arîf Guran diyar kir ku êşa wî nayê vegotin û wiha dest bi axaftina xwe kir:
"Dibêjin 2 sal derbas bûn lê ji bo min ev 10 sal bûn, 20 sal bûn.
Em malbateke Kurd a li ser halê xwe ne lê em xistin rewşeke wisa ku wekî em sûcdarên herî mezin ên cîhanê bin.
Kesî li êşa me nenêrî, her kesî kevir avêtin me.
Îro ez li ser gora keça xwe me lê dilê min dişewite, çimkî edaletê cihê xwe nedît."
Li ser torên civakî biryar hat dayîn
Arîf Guran diyar kir ku di pêvajoya dozê de torên civakî zext li ser dadgehan kiriye.
Wî anî zimên ku hevjîn, kur û birayê wî bi neheqî hatine cezakirin.
Guran axaftina xwe wiha domand:
"Malbata min, hevjîna min, kurê min û birayê min çima di hundir de ne?
Di dosyeyê de delîlekî şênber, dîmenekî kamerayê yan jî şopa tiliyan nînin.
Em tenê bi derew û îftirayên li ser torên civakî hatin cezakirin.
Dadgehan ne li gorî hiqûqê, li gorî zexta torên civakî biryar da.
Ev ne edalet e, ev înfazek e. Li ser torên civakî cezayê heta hetayê nadin mirovan."
“Kujer Nevzat e, ew pedofîlek e”
Bav Arîf Guran ducare kir ku kujerê Narînê Nevzat Bahtiyar e yê ku li xwe mikur hatibû ku term biriye çem.
Arîf Guran bi gotinên tund bertek nîşan da û got:
"Yê ku Narîn kuştiye jî, yê ku biriye wir jî Nevzat Bahtiyar e. Ew pedofîlek e.
Ji bo ku sûcê xwe veşêre malbata min avêt nav agir.
Li ser derewên wî malbateke mezin hat tunekirin.
Ew 17 salan ceza distîne, malbata min a bêguneh cezayê heta hetayê yê giran distîne.
Kî vê wîjdanê qebûl dike? Kujer diyar e, ne hewce ye li derve lê bigerin.
Kî wî wehşî diparêze bila Xwedê ji wî bipirse."
Hevjîna Salîm Guran: Çima kamera nayên eşkerekirin?
Melek Gurana hevjîna apê Narînê, Salîm Guranê ku cezayê wî yê heta hetayê hatibû pesendkirin jî axivî.
Wê diyar kir ku roja bûyerê qeydên kamerayê yên li gund bi temamî nehatine lêkolînkirin.
Amojina Narînê diyar kir ku hevjînê wê di rojên bûyerê de ji zarokên xwe re cilên bûkaniyê kirîbûn û got:
"Wî ji zarokan, ji Narînê gelekî hez dikir.
Doh jî telefon kir û got, sibe ji bo me roja zilmê ye, roja felaketê ye, roja ku ocaxa me xera kirine ye, çawa min bi kuştina biraziyê min sûcdar dikin.
Ev zilm e li me tê kirin. Kujer li holê ye, Nevzat e."
Melek Guranê her wiha anî ziman:
"Em 2 sal in di bin vê zilmê de ne. Hevjînê min bêguneh e, kurên me perîşan in. Narîn zaroka me jî bû.
Ew (Nevzat) hat li cem me rûnişt, bi me re xwarin xwar, paşê çû keça me veşart.
Niha ew bi 17 salan xilas dibe, yên me dê heta hetayê di girtîgehê de bimînin.
Qeydên kamerayê li kû ne? Çima rastiyan vedişêrin?
Em tenê dixwazin kujerê rastî ceza bistîne, ne mirovên bêguneh."
Doza Narîn Guranê
Dadgeha Cezayê Giran a 8an a Amedê, di doza kuştina Narîn Guranê de biryara xwe dabû.
Dadgehê bi tohmeta "bi hev re kuştina qesdî ya zarokekê" cezayê heta hetayê yê giran dabû dayîk Yuksel Guran, mam Salîm Guran û bira Enes Guran.
Ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin.
Nevzat Bahtiyarê ku cenazeyê Narînê hilgirtibû jî bi 17 salan hatibû cezakirin.


