Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 2 otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Şeva borî li navçeya Rezanê li ser rêya Amed û Mêrdînê, otomobîla ku şofêrê wê T.Ç. bû û otomobîla ku şofêrê wê M.Ç. bû li hev qelibîn.
Di qezayê de her du şofêr û 5 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 7 birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.



