Hewlêr (Rûdaw) - Çekên ku PKKyê ya ku xwe fesix kiriye dê radest bike, dê ji bo Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê werin veguhastin.
Tê plankirin ku çekên li gorî pîvanên NATOyê yên guncav bixin nav çekên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û yên ne guncav jî werin veguhertin. Çekên mayî jî dê werin firotin an jî guherandin.
Li ser bikaranîna çekên ku PKK dê radestî Tirkiyeyê bike planek hatiye amadekirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Şafakê, bi armanca "rêgiriya li veguhastina çekan a ji bo herêmên cuda yan jî ketina wan a destê rêxistinên din" dê sîstemeke tomar û kontrolê were avakirin.
Çek û cebilxane dê di bin çavdêriya Saziya Îsrixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) de radestî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê werin kirin.
Piştî vê yekê, dê lîsteya hûr û kûr a wan kel û pelên ku hatine wergirtin were derxistin.
Desteya Şopandin, Hevahengî û Bicihanînê ku di çarçoveya yasaya pêvajoyê de hatiye avakirin, dê civîna xwe ya ewil roja duşemê bike.
Deste dê xebatên tespîtkirin û piştrastkirinê yên di pêvajoya çekdanînê de bi rê ve bibe.
Li gorî nûçeyê, "hejmara çekên ku li qadê hatine radestkirin û amarên raporên sîxuriyê bidin ber hev."
Bi vê rêyê dê were diyarkirin ka çek an cebilxaneyên kêm hene yan na.
Pêvajoyên ku ji aliyê saziyên pêwendîdar ve, bi taybetî MÎT û MSByê ve tên meşandin jî dê bibin prosedureke yasayî û fermî.
Çek dê bibin 3 beş
Çekên ku hatine radestkirin, piştî lêkolîna teknîkî dê bibin 3 beş.
Di beşa yekem de dê çek û cebilxaneyên nehatine bikaranîn cih bigirin.
Çekên ku li gorî pîvanên NATOyê ne û dronên bi teknolojiya nû, piştî kontrolan dikarin tevlî envantera Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê werin kirin.
Li gorî agahiyên ku Yenî Şafakê belav kirine, çek û cebilxaneyên ku ji bo bikaranîna leşkerî ne guncav in lê nirxê wan ê madeya xav heye, dê werin helandin an jî veguherîn.
Tê plankirin ku malzemeyên bi dest ketine di xebatên Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Sanayî û Teknolojiyê yên Tirkiyeyê de werin bikaranîn.
Vebijêrka firotin û guherandinê
Di beşa sêyem de jî dê ew çek hebin ku "ji bo envantera leşkerî ya Tirkiyeyê ne guncav in" lê ji aliyê welatên din ve dikarin werin bikaranîn.
Li gorî nûçeyê, ev çek dikarin werin firotin an jî bi çekên di envantera welatên din de werin guherandin.
Tê pêşbînîkirin dahata ku ji firotinê bi dest dikeve ji bo Xezîneya Tirkiyeyê were veguhastin.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

