Qamişlo (Rûdaw) - Ji ber xerabiya rewşa karebayê û bihabûna zêde ya ampêrên jeneratorên taybet, welatiyên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin kirîna panelên enerjiya rojê.
Ev rewş bûye sedem ku hinek malbat ji bo dabînkirina sîstema enerjiya rojê neçar bimînin zêrên xwe bifiroşin an jî deyn bikin.
Fadî Cerdoyê ku li Qamişloyê bazirganê panelên enerjiya rojê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Di 3 mehên borî de daxwazeke gelekî zêde li ser panelên enerjiya rojê çêbûye.
Ji ber ku bihayê karebaya jeneratorên taybet bi awayekî berbiçav zêde bûye û mehane ji bo her ampêrekê digihêje 20-25 dolaran."
Fadî Cerdo da zanîn ku eger pêwîstiya welatiyekî bi 10 ampêrên karebaya 24 demjimêrî ya jeneratorê hebe, divê mehane 200-250 dolarî bide. Mesrefa salane jî bi giştî dike nêzîkî 3 hezar dolarî.
Fadî Cerdo diyar kir:
"Ji ber vê yekê welatî bi awayekî mentiqî li panelên enerjiya rojê difikirin.
Ji ber ku bi heman pereyî dikarin sîstemeke temam bistînin ku 20 ampêran karebayê dide wan û bataryayên wê ji cureyê lîtyumê ne ku di navbera 5 û 15 salan de garantiya wan heye.
Her wiha sîstemên erzantir jî bi bihayê 1000-1500 dolarî hene ku dikarin 8 ampêran karebayê dabîn bikin."

Zêrên xwe difiroşin
Fadî Cerdo da zanîn ku gelek welatî ji bo bidestxistina karebayeke berdewam û erzantir zêrên malbata xwe difiroşin an jî ji xizmên xwe deyn dikin.
Fadî Cerdo her wiha got, "Hinek kesên ku em wan ji nêzîk ve dinasin û rewşa wan a darayî ne baş e, em wekî alîkarî bi deyn an jî bi teqsîtên kurt panelan difiroşin wan da ku karibin sûdê jê wergirin."
Cerdo li ser rêyên anîna panelan jî eşkere kir ku ji ber aloziyên rêyên bazirganiyê ew neçar in amûran ji Urdin û Mêrsîna Tirkiyeyê veguhêzin Şamê û ji wir jî bibin Rojavayê Kurdistanê.
Wî da zanîn ku ew nikarin bi rêya Herêma Kurdistanê bînin çimkî baca gumrikê gelekî zêde ye.
Cerdo got, "Eger em bixwazin amûrên xwe bi rêya Bendera Besreyê bînin, heta digihêje Rojavayê Kurdistanê pêwîst e em nêzîkî 4-5 caran bacên cuda bidin, ev jî bihayê wan gelekî zêde dike."
Mihemed Merwan xwediyê jeneratoreke taybet e û nêzîkî 250 mişteriyên wî hene.
Mihemed Merwan ji Rûdawê re got:
"Ji ber daxwaza zêde ya li ser panelên enerjiya rojê, di 2 mehên borî de hejmara mişteriyên me bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye.
Wekî mînak, beriya 2 mehan me 1300 ampêr didan beşdaran lê niha ev hejmar daketiye 300 ampêran û em pêşbînî dikin ku meha bê ji vê jî kêmtir bibe."
Mihemed Merwan sedema sereke ya bihabûna karebaya jeneratora xwe bi bihabûna mazotê ve girê da ku her lîtreyekê bi 80 sentî dikire.
Her çend jeneratora wî piştgiriya hikûmetê distîne û beşek ji mazotê bi bihayê piştgirîkirî (lîtreyek bi nêzîkî sentekî) jê re tê dabînkirin jî, bihayê ampêrek karebaya 8 demjimêrî ya rojane nêzîkî 5 dolaran e.

Jîngehê diparêze
Ala Rêzan yek ji wan welatiyên bajarê Qamişloyê ye ku sîstema enerjiya rojê daniye.
Ala Rêzan ji Rûdawê re got ku 2 sedemên sereke wiha kiriye ku ew berê xwe bidin vê çareseriyê û anî ziman:
"Ya yekem, bihabûna zêde ya ampêrê karebaya 24 demjimêrî bû ku mehane min nêzîkî 200 dolarî ji bo wê xerc dikir.
Sedema duyem jî parastina jîngehê bû, ji ber ku niha li hemû cîhanê xelk berê xwe dide bikaranîna enerjiya paqij."
Ala Rêzan her wiha da zanîn:
"Li Qamişloyê, ev qas jeneratorên taybet bûne sedema dûxaneke pîs û dengekî gelekî bêzarker di nav tax û bajêr de.
Ji bilî wê jî, kabloyên wan wekî tora pîrevokan bi ser kolan û avahiyan de hatine xwarê û dîmena bajêr ne xweşik kiriye.
Her wiha gelek caran jenerator xera dibûn û di dema pêwîst de em bê kareba diman, ji ber vê yekê enerjiya rojê çareseriyeke guncawtir û pêbawertir e."




