Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi xurtkirina parastina asmanî heye û got, “Vekişandina Patriotên Amerîkayê Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê.”
Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna li gel Al-Monitorê de diyar kir ku ji dema destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê (28ê Sibata îsal) ve, zêdetirî hezar carî êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û êrişa dawî roja duşemê bû ku tê de nivîsgeha wî hatibû hedefgirtin û got:
"Em ti carî ji bo ewlehiya cîranên xwe nebûne gef. Ew tenê dixwazin me bitirsînin û belkî me bikişînin nav pevçûnan lê em bi tundî li dijî vê yekê radiwestin."
“Ew dron li Îranê hatine çêkirin û ji Îranê hatine”
Barzanî li ser wê yekê ku Îran berpirsyariya êrişan qebûl nake got:
"Ew dronên ku hatine bikaranîn cureyê Hedîd in ku li Îranê hatine çêkirin û ji Îranê hatine.
Divê rayedarên Îranê eşkere bikin bê ma çawa droneke ku li cem ti kesî din tune, ji aliyê aliyekî din ve tê bikaranîn."
Vekişîna Patriotan û valahiya ewlehiyê
Mesrûr Barzanî li ser vekişîna hêzên perwerde û piştgiriyê yên Amerîkayê û pergala parastina asmanî ya Patriotan a li Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe anî zimên û got:
"Heta niha derfet çênebûye ku pergaleke me ya bibandor hebe ku me biparêze. Vekişandina van pergalên parastinê bê guman me dixe bin metirsiyê.
Ez ji hemû dostên me dixwazim ku di avakirina van şiyanan de alîkariya me bikin da ku em karibin xwe biparêzin."
Li gorî rapora Al-Monitorê, çavkaniyan ragihandiye ku artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê kiriye.
Hat diyarkirin ku pergalên Patriotan ên ji bo têkbirina mûşek û dronan li baregehê nemane û piraniya hêz û amûrên leşkerî yên giran hatine derxistin.
Berpirsên herêmî ev vekişîn wekî "pêngaveke asayî" pênase kir.
Ev biryar di çarçoveya peymana bi Bexdayê re ye ku divê heta 30ê Îlona îsal hemû hêzên Amerîkayê bi temamî ji Îraqê vekişin.
Pêwendiyên bi Bexda û Elî Zeydî re
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi rengê "serkirdeyekî rasteqîn û dostekî cihê baweriyê" pênase kir.
Barzanî piştgiriya xwe ya tam ji bo gavên Zeydî yên têkoşîna li dijî gendeliyê û çekdanîna milîsan nîşan da.
Divê were bibîranîn ku pêwîst e komên çekdar heta 30ê Îlonê çekên xwe radest bikin.
Mesrûr Barzanî hêvî kir ku komên çekdar beriya wê demê pêbendî biryarê bin çimkî ew naxwazin li welat "pevçûnên leşkerî û aloziyan" bibînin.
Stratejiya aborî û şirketên Amerîkayê
Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo hewlên îdareya Trump ên ji bo aramî û hevahengiya aborî ya herêmê nîşan da û got:
"Me her tim şirketên Amerîkayê pêşwazî kirine. Em dixwazin ew ne tenê di sektora enerjiyê de, di warên çandinî, teknolojî û binesaziyê de jî veberhênanê bikin."
Wî her wiha daxuyand ku divê hawîrdoreke guncav hebe ku veberhênan û karmendên wan werin parastin.
Derengketina pêkanîna hikûmetê
Barzanî diyar kir ku 20 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de derbas bûne lê hîn hikûmet nehatiye avakirin û li pey çû:
"Mixabin hinek ji hevparên me ne xwedî heman nêrînê bûn û wan dixwest li benda hilbijartinên Îraqê bimînin.
Ez destê dostaniyê dirêjî her kesî dikim da ku em hikûmetê ava bikin."
Barzanî her wiha xwest ku parlamento çalak bibe û got divê ew kesên ku “parlamento kiriye rehîn” berpirsyar bin.
Mesrûr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê wekî "hevparê herî cihê baweriyê yê Amerîkayê yê li herêmê" dimîne.
Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê nebe sedema valahiya ewlehiyê û pêwendiyên wan ji çarçoveya ewlehiyê derbasî hevparî û hevkariya siyasî û aborî ya kûrtir bibin.


