Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re peyamek şand.
Yaşar Guler di peyama xwe de êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye piştevanê Herêma Kurdistanê ye.
Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê kopiyeke wê nameyê gihand Rûdawê.
Yaşar Guler di nameyê de diyar kiriye ku wî nûçeya êrişa bi 2 dronên bombebarkirî ya li ser ofîsa Serokwezîr bi dilgiraniyeke mezin bihîstiye.
“Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim”
Wezîrê Tirkiyeyê di peyama xwe de gotiye, “Ez vê êrişa ku ewlehî, aramî û aştiya herêma me dike armanc bi tundî şermezar dikim.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser navê xwe û wezareta xwe hêviya silametiyê ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwest û anî zimên:
“Ez hêvî dikim ku aştî û ewlehî li herêma me serdest bibe û cîranên me karibin di nav jîngeheke tijî aramî de bijîn.”
Yaşar Guler helwesta welatê xwe ducare kir û diyar kir:
“Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku Tirkiye dê li hemberî kesên ku dixwazin herêma me ber bi alozî û tevliheviyê ve bikişînin, her tim li kêleka dost û hevparên xwe be.”
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê 17ê Tebaxê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, pêr (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."



