Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Dîlokê yê Partiya NÛ Melîh Merîç li navçeya Şahînbeyê rastî êrişeke bi kêrê hat.
Merîç rakirin nexweşxaneyê û tedaviya wî berdewam dike.
Bûyer li taxa Îbnî Sînayê ya navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li ber sîteya Lovin Mariayê qewimî.
Hat ragihandin ku Melîh Merîç dema ku li pirsgirêkên welatiyan guhdar dikir rastî vê êrişê hatiye.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku êriş ji aliyê Serokê berê yê CHPyê yê navçeya Oguzeliyê Seydî Ahmet Keleş ve hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Seydî Ahmet Keleş derbasî Partiya NÛ bûye.
Wezareta Dadê li ser rewşa tenduristiyê ya parlamenter Melîh Merîç ev agahî dan:
"Rewşa Melîh Merîç ne baş e û metirsiya li ser jiyana wî berdewam dike."
Her wiha hat ragihandin ku li ser bûyerê dest bi lêpirsînekî hatiye kirin.



