Cizîr (Rûdaw) - Rûspî û serokeşîrên 23 eşîran li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê hatin ba hev.
Wan ji bo pêvajoya aştiyê daxuyaniyeke hevpar da û banga xwedîderketinê kir.
Rûspiyan destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê, divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Ji bo paşerojeke aram
Serok û rûspiyên 23 eşîran bi nûnerên komele û saziyên sivîl re ji bo paşerojeke aram civiyan.
Wan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya tam ji bo pêvajoya aştiyê ragihand.
Ev hevdîtin di bin sîwana Şaxa Federasyona Eşîrên Qedîm a Şirnexê de li Cizîra Botanê hat lidarxistin.
Serokê Şaxa Federasyona Eşîrên Qedîm a Şirnexê Suleyman Îgdi got:
“Ji bo miletê me, ji bo gelê Kurd û Tirk, ji bo biratiya gelê me, me ev yek baş dît û ev civîn kir.”
Rûspiyê Eşîra Kîçan Hecî Alî Babayîgît jî bal kişand ser mafên mirovan û wekheviyê û got:
“Em aştiyê dixwazin da ku êdî xwîn nerije û Tirk û Kurd bira bin. Ne Kurd xwe li ser Tirkan bigirin ne jî Tirk xwe li ser Kurdan bigirin. Em du bira ne û em wekî hevdû ne. Divê em di warê demokratîk û mafên mirovan de wekî hevdû bin.”
"Em wekî zarokekî kêfxweş in"
Rûspiyê Eşîra Batûyan Hecî Salih Recenas wiha axivî:
“Di aştiyê de biratî, dewlemendî û xweşî heye. Tiştên nebaş nînin.”
Serokê Eşîra Omerka ya Cizîrê Ferhat Benzeroglu kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî zimên:
“Wekî zarokekî ku dayîka xwe winda bike û ji nû ve bibîne, em bi coş û kêfxweşiyeke wisa li benda pêvajoyê ne.
Em dixwazin ku bi kêfxweşî bi dawî bibe. Em dixwazin li ser vê axê aramî hebe. Em dixwazin ku careke din kuştin û şer nebin û rondik li ser vê axê neyên barandin.”
“Parastina pêvajoyê berpirsiyariya her kesî ye”
Giregir û rûspiyên herêmê peyameke zelal da.
Wan got ku ji bo aramiya herdemî, parastina vê pêvajoyê berpirsiyariya her kesî ye.
Rûspiyê Eşîra Spêrtiyan Îbrahîm Taşon behsa rojên borî kir û got:
“Di aştiyê de zerera ti kesî nîne. Navê aştiyê xweş e. Me beriya aştiyê zerer dît. Me nexweşî dîtin, em koçber bûn, xelk perîşan bû. Lê niha di vê pêvajoyê de zerera kesî nîne, feydeya her kesî tê de ye.”
Rûspiyê Eşîra Bûtika Mehmet Nûrî Gencal destnîşan kir ku dê aborî jî bi pêş bikeve û got:
“Dê bazirganiya me bi pêş bikeve. Dê refaha me baş bibe. Em gelekî dilxwaz in û em bi her derfetî li pişt pêvajoyê ne.”
Rûspiyê Eşîra Kîçan Sabrî Ece jî bi kurtasî got, “Dê biratî, azadî û wekhevî hebin.”
Federasyona Eşîrên Qedîm a Şirnexê bi biryardarî ragihand ku ji bo silametî û serkeftina vê pêvajoyê ew dê li qadan bin û xebatên xwe bê rawestan bidomînin.


.webp&w=3840&q=75)