Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Endiresê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbuseke rêwiyan qelibî.
Di qezayê de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Mînîbus ji rê derket
Îro derdora demjimêr 12:30î li ser rêya Sêwaz û navçeya Endiresê, mînîbusa rêwiyan a ku Hayatî Aras diajot ji rê derket û qelibî.
Di qezayê de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn ku rewşa 4 kesan dijwar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê qezayê.
Dest bi lêkolînê hat kirin
Tîmên tenduristiyê birîndar yekser veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.
Her wiha hat zanîn ku li ser qezayê dest bi lêkolîneke berfireh hat kirin.


.webp&w=3840&q=75)
