Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi konteynerên karkeran ket û 180 konteyner şewitîn.
Ev konteyner li şantiyeya çêkirina xaniyên erdhejê bûn.
Agir piştî xebateke nêzîkî 2 demjimêran hat kontrolkirin.
Zêdetirî 200 karkeran tê de bûn
Li navçeya Çermiktiyê serê sibeha îro agir bi şantiyeya xaniyên erdhejê ket.
Zêdetirî 200 karkeran di wan konteyneran de diman.
Xelkê derdorê dema dît ku dû ji wan konteyneran bilind dibe, bi lez aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Li ser vê yekê gelek tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Agir bi lez belav bû
Agir di demeke kurt de gur bû û bi konteynerên kêleka hev jî ket.
Karkerên ku bi agir hesiyan, bi lez ji konteyneran derketin û xwe gihandin cihên ewle.
Tîmên agirvemirandinê bi 10 wesayît û 40 xebatkaran dest bi vemirandina agir kir.
Di heman demê de, polîsan jî li derdora şantiyeyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Tîman ji bo ku agir bi tankera mazotê ya li wir nekeve û karesateke mezintir çênebe, gelekî hewl da.
Dest bi lêkolînê hat kirin
Agir piştî xebateke nêzîkî 2 demjimêran hat kontrolkirin.
Di bûyerê de ti kes nemir û birîndar nebûn lê 180 konteyner bi temamî şewitîn.
Tîmên agirvemirandinê li herêmê dest bi karê sarkirinê kir.
Ji bo diyarkirina sedema derketina agir jî dest bi lêkolînekê hat kirin.
.webp&w=3840&q=75)
