Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Parastina Sivîlan îro termên du birayên bi navên Ebdo û Hisên Hemîd Soko, ji Bendava Meydankê ya li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê derxistin.
Li gorî agahiyan, ev her du birayên ku lal bûn, 14ê Tebaxê ji gundê Qîbarê derketibûn û berê xwe dabû herêma Meydankê.
Piştî xebatên lêgerînê, îro termên her du birayan di nav ava Bendava Meydankê de hatin dîtin û ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên Parastina Sivîlan ve hatin derxistin.



