Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya baran û birûskan dike û hişyariyê dide welatiyan.
Li gorî nirxandin û amarên birêvebiriyê, dê pêleke barana gur û birûskan li parêzgehên Erdexan, Qers, Erzirom, Erzingan û Sêwazê bi bandor be.
Tê çaverêkirin ku ev pêla hewayê ji îro ve dest pê bike.
Rayedaran bangî welatiyan kir ku li hemberî lehiyan, rabûna avê, birûsk, hezaz (şemitîna axê), zîpik û bagerê hişyar û baldar bin.
Her wiha hat xwestin ku li hemberî her cure astengiyên çûn û hatinê tedbîrên pêwîst werin wergirtin.
Tê çaverêkirin ku roja Yekşemê barana gur û birûsk ji bilî Bakurê Kurdistanê, ber bi herêmên bakur, naverast û rojhilatê Tirkiyeyê ve jî belav bibe û qada xwe berfirehtir bike.
Li gorî pêşbîniyan 17ê Tebaxê dê baran li Herêma Deryaya Reş û bakurê Anatolyaya Navîn jî bibare.
Ji nîvê duyem ê hefteyê û pê ve dê bandora vê pêla hewayê hêdî hêdî kêm bibe.



