Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê di salvegera xwe de destê dostaniyê dirêjî hemû aliyên siyasî kir.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 80emîn salvegera damezirandina partiyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê werin parastin.
Her wiha hat xwestin ku Herêma Kurdistanê ji alozî û şerên herêmî dûr bikeve.
Polîtburoya PDKyê bal kişand ser mijarên navxweyî jî.
Di daxuyaniyê de avakirina kabîneya dehem, aktîvkirina parlamentoyê û bihêzkirina yekrêziya niştimanî hatin destnîşankirin.
"Karwanekî bêwestan ê têkoşînê"
PDKyê îro daxuyaniya bîranîna 16ê Tebaxê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bîranîn di tevgera rizgarixwaz a gelê Kurdistanê de qonaxeke dîrokî ye.
Partiyê ev roj wekî "karwanekî bêwestan ê têkoşînê yê li ser rêbaza Barzaniyê Nemir" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de Şoreşên Îlon û Gulanê, Peymana 11ê Adarê û Raperîna 1991ê hatin bibîrxistin.
Hat diyarkirin ku PDK her tim bûye hêzeke pêşeng û pişta xwe daye hemû pêkhateyên neteweyî û olî.
Her wiha hat gotin ku PDKyê ji bo gihîştina armancan zimanê diyalogê ji xwe re kiriye bingeh.
"Divê em Herêmê ji şeran biparêzin"
Polîtburoya PDKyê hişyarî da ku divê Herêma Kurdistanê ji alozî û şerên siyasî yên li derdorê were parastin û got:
"Divê em rê li ber wê yekê bigirin ku Kurdistan bibe cihê bandorkirina li ser ewlehiya cîranên me."
PDKyê bal kişand ser tecrubeyên borî û ew tecrube wekî berpirsyariyeke neteweyî û niştimanî ya ji bo îro û paşerojê bi nav kirin.
Bangî aliyên Îraqî hat kirin
PDKyê di salvegera xwe de destê dostanî û hevkariyê dirêjî hemû aliyên siyasî yên Îraqê kir û got:
"Erkê me hemûyan e ku em bi cudahiya raman û nêrînên siyasî, baweriyên olî û mezhebî ve, bi hev re hewl bidin. Divê em Îraqê ji tevlîbûna nav şer û aloziyên herêmê dûr bixin."
PDKyê destnîşan kir ku Îraq rastî gelek pirsgirêkan hatiye û êdî gelê Îraqê nikare li ber van belengaziyan rabe.
Hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê şêwazekî serdemiyane yê hikûmrandinê were meşandin.
Soza li ser rêbaza Kurdayetiyê
Di dawiya daxuyaniyê de, PDKyê soza xwe ya ji bo gelê Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî nû kir.
PDKyê ragihand ku ew dê xebatên xwe ji bo parastina qewareya Herêmê û bihêzkirina bingehên demokrasî û bihevrejiyanê li ser rêbaza Kurdayetiyê bidomînin.
Her wiha, damezirînerê partiyê Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîrxistin û spasiya Pêşmergeyan hat kirin.



