Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Banka Çandiniyê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi dayîna heqê genimê cotkaran kir.
Birêvebirê Banka Çandiniyê ya Hisîçayê Newaf Ebdo bû mêvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Newaf Ebdo eşkere kir ku wan îro heqê nêzîkî 300 fatûreyên cotkaran daye.
Ebdo da zanîn ku hejmara giştî ya pereyê ku hatiye belavkirin nêzîkî 30 milyar lîreyên Sûrî ye.
Birêvebirê Banka Çandiniyê da zanîn ku belavkirina pereyan li navendên Hisîçayê, Til Birak, Şedad, Serê Kaniyê, Hol, Zirgan û Til Temirê tê kirin.
Ebdo diyar kir ku wan ji bo her cotkarî di qonaxa yekem de milyonek lîreyên nû veqetandiye ku ew dike 100 milyon lîreyên kevin.
Ebdo li ser awayê dayîna pereyan got:
"Em milyonekê didin cotkaran û piştî mehekê em dê beşê din bidin.
Ev yek li gorî pergala bankê bi rê ve diçe."
Newaf Ebdo bal kişand ser zehmetiyên dîtina pereyê kaş û got:
"Kaş di bazarê de kêm e û li ser Banka Navendî jî zextên mezin hene.
Ji ber guherîna dirav û hinek pirsgirêkên teknîkî, di dayîna heqê genim de hinek derengketin çêbû.
Em plan dikin ku di nava 3 mehan de hemû fatûreyan bidin."
Hat ragihandin ku ev pêvajoya dayînna pereyan li gorî rêza radestkirina genim didome.
Cotkarên ku berhema xwe zûtir radestî navendan kiribûn dê heqê xwe jî berî yên din wergirin.
Birêvebiriya bankê bangî cotkaran kir ku ji bo wergirtina heqê xwe li gorî dorê serî li şaxên bankê bidin.


