Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin, îdiayên nû derketin holê.
Tê gotin ku Abdullah Ocalan ji bo lezkirina pêvajoya çekdanîn û vegera gerîla û endamên PKKyê dê di demeke nêzîk de bangeke nû bike.
Pêşniyaryasaya ku 10ê Tebaxê di Civata Giştî ya Parlamentoyê de bi 467 dangan hatibû pesendkirin, ji bo îmzeyê pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hate kirin.
Tê çaverêkirin ku piştî îmzeya Erdogan û weşandina di Rojnameya Fermî de, yasa bibe fermî û ji niha û pê ve ji bo bicihanîna wê gav werin avêtin.
Amadehiyên teknîkî û yasayî
Li gorî nûçeya Rojnameya Turkiyeyê ya nêzîkî desthilatê, armanc ew e ku amadehiyên teknîkî û yasayî heta destpêka meha Çiriya Pêşîn werin temamkirin.
Ji bo bicihanîna yasayê, şertê sereke ew e ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştrast bikin ku PKKyê çekên xwe danîne.
Tê pêşbînîkirin ku ev pêvajoya piştrastkirinê nêzîkî 2 mehan bidome.
Banga Ocalan û daxuyaniya Qendîlê
Di nûçeyê de tê îdiakirin ku ji bo ku pêvajoya çekdanînê bêyî pirsgirêk û bi lez bi rê ve biçe, dê Abdullah Ocalan bangeke nû li PKKyê bike.
Tê gotin ku Ocalan dê di peyama xwe de bangeke zelal li endamên rêxistinê bike ku "hemû çekên xwe radestî cihên pêwendîdar bikin û vegerin Tirkiyeyeyê."
Her wiha heman çavkanî diyar dike ku kadroya birêvebir û serkirdeyên PKKyê yên li Qendîlê jî amadehiyan dikin ku di nava çend rojan de li ser rewşa dawî û valakirina şikeft û baregehên xwe daxuyaniyekê belav bikin.



.webp&w=3840&q=75)