Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed êrişa ser xaleke artêşa Sûriyeyê ya li Qamişloyê şermezar kir û got, “Ewlehiya gelê Hisîçayê xeta sor e.”
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed êrişa ku xaleke artêşa Sûriyeyê ya li gundewarê Qamişloyê hatibû kirin bi tundî şermezar kir.
Li gundê Tewîl Herbê yê Qamişloyê doh êrişî xaleke leşkerî ya Lîwaya 60î ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hat kirin.
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ragihand ku kesekî bi motorsîkletê bombeyek avêtiye xaleke leşkerî û ew lîwa bi taybetî ji Kurdan pêk tê.
Birêvebira Herêma Qamişloyê Cîhan Hesamê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Cîhan Hesamê diyar kir ku di vê êrişê de 2 leşkeran canê xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.
Parêzgarê Hisîçayê bi rêya hesabê xwe yê Xê sersaxî ji malbat û hevalên wan leşkeran re xwest û hêvî kir ku birîndar zû baş bibin.
Nûredîn Ehmed di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ewlehî, aramî û silametiya gelê Hisîçayê ji bo wan "xeta sor" e.
Her wiha ragihand ku aliyên pêwendîdar dê ji bo eşkerekirina hûrgiliyên êrişê û cezakirina aliyê berpirs bixebitin.
.webp&w=3840&q=75)

