Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jinek ji balkona mala xwe ket xwarê û mir.
Bedriye Naz li taxa Baglarê ji ber sedemeke ne diyar ji balkona mala xwe ya qata 5an ket xwarê û canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Bedriye Nazê ji bo karên otopsiyê veguhast mirîxaneya nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.



