Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê 4 dron ketin xwarê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ev dron serê sibehê demjimêr 06:00an li qezayên Soran, Xelîfan û Herîrê yên Hewlêrê ketine.
Dronek li Herîrê, dronek li Soranê û 2 dron jî li Xelîfanê ketine.
Ji ber ketina dronê agir bi pûş pelaşê Çiyayê Benî Herîrê ketiye.
Drona li Soranê jî li maleke sivîlan ketiye.
Heta niha li ser sedema ketina van balafiran û zererên wan ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Divê were gotin ku doh herî dawî doh êrişî Silêmaniyê hatibû kirin.
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê doh ragihandibû ku baregehên wan ên li Dola Alaneyê ya Hewlêrê bi sisê mûşekan hatine bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniya endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan, di êrişê de du kes birîndar bûne.
Bi sedan êriş
Ji 28ê Sibatê ve herî kêm bi 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.
Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de, 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.


