Hewlêr (Rûdaw) - Meleyê ji Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Salihzadeyê ku heqaret li Kurdên Êzidî kiribû daxuyaniyek belav kir.
Ramîn Salihzade di daxuyaniya xwe de got ku wî tenê behsa wan Êzidiyan kiriye ku heqaretê li Îslamê û Pêxemberê Misilmanan dikin.
Ramîn Salihzadeyê ku li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê Meletiyê dike, doh li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek belav kir.
Ramîn Salihzade di daxuyaniya xwe de anî zimên, gotinên wî yên li ser hesabê Instagramê ne wekî xwe hatine danîn û adminê rûpelê beşeke axaftinên wî biriye.
"Dînê we ji we re, dînê me ji me re"
Wî meleyî di daxuyaniya xwe de wilo got:
"Min behsa wan Êzidiyan kiriye ku bêrêziyê li Xwedê, Îslam û Pêxemberê Misilmanan dikin, ne hemûyan.
Dînê we ji we re, dînê me ji me re."
Salihzade bal kişand ser wê yekê jî ku ew bi ti partiya tundrew ve ne girêdayî ye û ti partiyê naparêze û got, "Ji xeynî şerîeta Îslamê, ez tiştekî din qebûl nakim."
Ramîn Salihzade meleyê mizgefta gundê Eşterawayê yê Baneyê ye û di axaftina xwe ya çend rojên borî de heqaret li Kurdên Êzidî kiribû û ew bi kuştin û tunekirinê tehdîd kiribûn.
Mele Ramîn her wiha li Baneyê karê kirîn û firotina motorsîkletan dike.
Gotinên wî meleyî rastî bertekên tund hatin.
Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê diyar kir:
"Ev kiryar ji hemû nirxên olî û mirovî dûr e."
Berdevkê wezaretê Nebez Îsmaîl jî destnîşan kir ku "çanda bihevrejiyanê li Kurdistanê xwedî ramaneke dîrokî ye."
Serî li Wezareta Karên Derve ya Îraqê da
Her wiha Parlamenterê Êzidî yê Parlamentoya Îraqê Mirad Îsmaîl Hesen di nivîseke fermî de daxwaz ji Wezareta Karên Derve ya Îraqê kir ku li hemberî wî meleyî rêkarên dîplomatîk û yasayî bigire û bi rêya Îranê lêpirsînê bike.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê jî ragihand:
"Ew cure gotar bi Herêma Kurdistanê ve ne girêdayî ne û li Kurdistanê zanayên olî hişyar in û ji bihevrejiyanê fêhm dikin."
"Gotina wî tenê nêrîna wî ye"
Di heman demê de Mamoste Hesen Emînî, Hakimê Şerî yê Xelkê Kurdistanê yê li Sînê, bû mêvanê bultena taybet a Rojhilatê Kurdistanê ya Rûdawê bû û li ser gotinên Mele Ramîn Salihzade wiha axivî:
"Gotinên wî meleyî tenê nêrîna wî bi xwe ne û bi ti awayî ne nêrîna meleyên li Rojhilatê Kurdistanê ne, tewr ne nêrîna ola Îslamê ne jî, ji ber ku di dînê Îslamê de şer bi bîr û baweriyan re nîne, şer bi zilm û gendeliyê re ye."
Hinek meleyan, welatî û rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyên wî meleyî bi tundî şermezar kirin û ew wekî avakirina dubendiyê û dijayetiya çanda bihevrejiyanê ya li Kurdistanê nirxandin.



