Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin, hûrgiliyên nexşerêya danîna çekan û xwefesixkirina bi temamî ya PKKyê eşkere bûn.
Pêvajoya ku dê ji aliyê saziyên ewlehiyê ve were birêvebirin ji 10 gavan pêk tê.
Yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" bi navê "Yasaya Çarçoveyê" jî tê naskirin, bi dengên 467 parlamenteran hat pesendkirin.
Ji 592 parlamenteran 563 kes beşdarî dengdanê bûn, 467 kesan dengê "erê", 87 kesan dengê "na" da û 7 parlamenteran jî dengê "bêalî" bi kar anî.
Piştî vê dengdanê niha hemû çav li ser qonaxên bicihanîna yasayê ne.
Li gorî agahiyên ku medyaya Tirkiyeyê, bi taybetî medyaya nêzîkî desthilatê belav kirine, nexşerêya çekdanîna PKKyê ji 10 gavan pêk tê.
Nexşerêya çekdanîna PKKyê:
1. Hemû çek, cebilxane, dron, paramotor, bêtêl û hemû amûrên leşkerî yên rêxistinê dê werin radestkirin.
2. Piştî danîna çekan, Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) dê li qadê destnîşan bike ka çek hatine danîn an na.
3. Bi îfadeyên endamên PKKyê yên ku radest dibin, cihê depoyên çekan ên veşartî dê werin diyarkirin.
4. Hemû çekên ku cihên wan hatine diyarkirin dê ji aliyê yekîneyên dewletê ve werin wergirtin.
5. Hemû çek, cebilxane û bombeyên ku hatine wergirtin dê werin tomarkirin.
6. Erkê wergirtina çekan a li derveyî sînor di stûyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de ye. Li hundir jî polîs û cendirme berpirs in.
7. Endamên rêxistinê yên li derveyî welat dê karibin bi xwe yan jî bi rêya parêzerên xwe serî li nûnertiyên dîplomatîk (balyozxane/konsulxane) bidin.
8. Endamên PKKyê yên ku xwe radest nekirine dê karibin bi awayekî takekesî yan jî li bajaran bi awayekî organîze û komî radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bibin.
9. Piştî ku hat piştrastkirin ku çek hatine danîn û rêxistinê bi temamî dawî li hebûna xwe aniye, Encumena Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) dê biryarê bide.
10. Bi weşandina biryara hilweşandina PKKyê ya di Rojnameya Fermî de, mekanîzmayên din ên yasayê dê bikevin meriyetê.



