Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku “her du alî li ser bipêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî, xurtkirina hevahengiya ewlehiyê ya li sînorên hevbeş û rûbirûbûna terorê” axivîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di wê pêwendiya telefonê de ji bo pêşwazî û pêşkêşkirina xizmetê ya ji bo ziyaretkarên Çilê Îmam Husên spasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir.
Her wiha xurtkirina pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê bi taybetî jî devera Silêmaniyê hatiye gotûbêjkirin.
Ebas Eraqçî û Bafil Talebanî berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganî gotûbêj kirine û wan tekezî li ser pêdiviya xurtkirina hevahengî û hevkariya ewlehiyê jî kiriye.
Hat ragihandin ku “armanca vê yekê parastina ewlehiya sînorên hevbeş, dabînkirina aramiyê li deverên sînorî û rûbirûbûna gefên terorîstî ye.”
Hat diyarkirin ku ev xebat dê li ser bingeha peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de werin kirin.



