Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Asayîşa Navxweyî ya Hisîçayê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) bi malbatên koçber ên Serê Kaniyê re civiya.
Di civînê de êrişên li ser koçberan hatin gotûbêjkirin.
Koçberên Serê Kaniyê doh xwest vegerin ser mal û milkên xwe lê li ser rê rastî êrişan hatin.
Di civîna li bajarê Hisîçayê de, koçberan qala wan êrişên doh kir û daxwazên xwe anîn zimên.
"Hinek êrişkar hatin girtin"
Siyamend Efrîn destnîşan kir ku êrişên doh ên li ser koçberên Serê Kaniyê takekesî bûn.
Wî da zanîn ku hinek ji êrişkaran hatine girtin û hêzên wan dê yên din jî bigirin.
Pêştir Siyamend Efrîn serpereştiya vegera koçberên Efrînê kiribû û bi wan re vegeriyabû Efrînê.
Siyamend Efrîn diyar kir ku ew dê koçberên Serê Kaniyê jî bi awayekî ewle vegerînin cih û warên wan.
"Em dê milkên we biparêzin"
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Navxweyî ya Parêzgeha Hisîçayê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Fermandariyê êrişên li ser xelkê Serê Kaniyê şermezar kirin.
Wan tekezî li ser garantiya vegera ewle ya koçberan û parastina milkên wan kir.
Fermandariyê her wiha anî zimên ku dê hemû kesên dixwazin aramî û ewlehiya sivîlan xera bikin werin şopandin.
Hat ragihandin ku dê ji bo peydakirina şertên vegera ewle û birûmet a koçberan xebat bên kirin.


