Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna li ser mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê de pêşhateke nû çêbû.
Ji Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî nimûneyên DNAyê hatin standin.
Parêzerê malbata Rojîn Kabaîşê Abdurrahman Karabulut ev agahî piştrast kir.
Li gorî nûçeya Salîh Sertkal a di Amîda Haberê de li ser Rojîn Kabaîşê DNAyên 2 mêrên cuda hatibûn tesbîtkirin.
Tê çaverêkirin ku nimûneyên nû bidin ber wan DNAyên di dosyeyê de.
Di çarçoveya lêpirsînê de heta niha ji gelek kesan nimûneyên DNAyê hatine standin.
Baroya Wanê sala 2025an ragihandibû ku hejmara DNAyên ku dane ber hev gihîştiye 195an.
Li aliyê din, malbata Rojîn Kabaîşê sala 2026an xwestibû ku ji Hamdullah Şevlî jî nimûneya DNAyê were standin.
Navê Hamdullah Şevlî berê jî ji ber nîqaşên li ser dosyeya Rojîn Kabaîşê ketibû rojevê.
Amadebûna rektor a di dema otopsiyê de û hinek îdiayên li ser lêpirsînê bûbûn sedema nîqaşan.
Mijar biribûn Parlamentoya Tirkiyeyê jî û li ser wê pirsyarname hatibûn dayîn.
Çi qewimîbû?
Rojîn Kabaîş 27ê Îlona 2024an li şevîmana keçan a li kampusa zanîngehê bi dayîka xwe re bi telefonê axivîbû û gotibû ew dê biçe marketê.
28ê Îlona 2024an li berava Gola Wanê telefona wê, berguhk, kekek û şûşeyeke avê hatibûn dîtin.
Xebatên lêgerînê tenê li kampusa zanîngehê û derdora golê hatibûn kirin û xebat ber bi gundekî nêzîk ve nehatibûn berfirehkirin.
Îlona 2025an bi daxwaza zanîngehê, rê li ber parvekirinên torên civakî yên li ser mirina Rojînê hatibû girtin.
Baroyên Wan û Amedê 25ê Îlonê giliyê Saziya Tiba Dadî kiribû û îdia kiribû ku "xemsariyên cidî" hene.
Li gorî baroyan, Saziya Tiba Dadî agahiya krîtîk a ku DNA ji kîjan beşên bedena wê hatine standin eşkere nekiribû.
Saziya Tiba Dadî di rapora xwe ya 10ê Çiriya Pêşîn de -salek piştî dîtina cenazeyê Rojîn Kabaîşê- diyar kiribû ku DNAyên 2 mêran ji pêsîr û vajînaya wê hatine standin.



