Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber kirîn û firotina amûrên înternetê yên Starlinkê 2 welatiyên Kurd hatin cezakirin.
Dadgeha Cezayê ya Bokanê, bi tohmeta "kirîn, firotin û bazirganiya amûrên înterneta peykî ya Starlinkê" 2 sal cezayê girtîgehê da her yek ji Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard.
Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard 30ê Kanûna Paşîn a 2026an, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn desteserkirin.
Dema ew hatibûn desteserkirin ti biryarên dadgehê nebûn.
52 rojan di lêpirsînê de man
Li gorî agahiyên saziyên mafên mirovan, ew 52 rojan li navendeke desteserkirinê di lêpirsînê de mane.
Hat destnîşankirin ku her du welatiyên Kurd di wê heyamê de rastî şkenceyeke giran a fîzîkî hatine.
Her wiha rê nehatiye dayîn ku ew bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
Desthilata Îranê salên dawî, piştî qutkirin û astengkirina înternetê, yasayên li dijî hawirdekirin û bikaranîna amûrên peykî yên Starlinkê gelekî tundtir kirine.



