Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bûyereke hovane qewimî.
Di bûyereke tarî de jinek hat kuştin û şewitandin û zilamek jî hat birîndarkirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, 8ê Tebaxa 2026an S. Kabadayi bi otomobîlê diçe nêzîkî gundê Misêbê.
Ew ji gundê Taboxeyê ye ku niştecihên wê Ereb in.
S. Kabadayi li wê derê Şahîn Uralê ji gundê Hecîciqê hildide otomobîla xwe û wan xest biçin cihekî.
Bav li dijî hevaltiya wan bû
S. Kabadayi zewicî bû û 4 zarokên wê hebûn.
Bavê Şahîn Ural li dijî hevaltiya wan derketibû.
Wî nexwestiye kurê wî bi S. Kabadayiyê re be.
Bavê Şahîn Ural û kurekî xwe yê din, bi dû Şahîn dikevin.
Bav û kurê wî bi demançeyê gule berdan wan û di encamê de Şahîn Ural û S. Kabadayi birîndar bûn.
Rê nedan ambulansê
Piştî gulereşandinê endamên din ên malbata Uralan jî çûn cihê bûyerê.
Wan tîmên tenduristiyê ji bûyerê agahdar kirin.
Hinek kesên ku li cihê bûyerê bûn, bûn asteng û rê neda ambulansê.
Lê dayîka Şahîn Ural bi derfetên xwe kurê xwe gihand ambulansê.
Şahîn Ural sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat kirin.
Jina birîndar şewitandin
Li gorî îdiayan bav û birayê Şahîn, S. Kabadayi xistine otomobîlekê û birine herêmeke çiyayî ya Qerejdaxê.
Wan S. Kabadayi di nav otomobîlê de şewitand. S. Kabadayi li wê derê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, cendirme çûn cihê bûyerê.
Cendirmeyan li wê herêma çiyayî otomobîla şewitî dît.
4 kes hatin desteserkirin
Saziyên ewlehiyê û yên fermî heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.
Li gorî îdiayan ji ber vê bûyerê 4 kes hatine desteserkirin û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.



