Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser kuştina 2 sivîlan a li Cûdiyê daxuyaniya xwe rast kir û got, “Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz ne sîxur bûn, nêçîrvan bûn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser kuştina du sivîlan daxuyaniya xwe ya berê rast kir.
Ev her du sivîl 5ê Tîrmeha 2020an li Çiyayê Cûdiyê hatibûn kuştin û HPGyê berê gotibû ku ew "kontra" ne.
Lê hat eşkerekirin ku ew tenê nêçîrvan bûn.
Bûyer çawa qewimîbû?
HPGyê 8ê Tîrmeha 2020an li ser bûyerê daxuyaniyek dabû.
Di wê daxuyaniyê de hatibû gotin ku navê wan "Sebahattîn Gungor" û "Hejar Batmaz" e.
HPGyê îdia kiribû ku ew her du kes "kontra" ne û ji ber wê hatine kuştin.
Lê belê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser bûyerê lêpirsînek dabû destpêkirin.
HPGyê ragihand ku şervanên ji hûrgiliyên bûyerê agahdar bûn, di nav şer de canê xwe ji dest da.
Ji ber mercên şer ên li herêmê, ev lêpirsîn demeke dirêj girt.
Li gorî daxuyaniyê bi agahiyên nû ev lêpirsîn bi dawî bû.
“Ew tenê nêçîrvan bûn”
Li gorî lêpirsînê navên wan ên rast Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz in. Ew her du welatî tenê ji bo nêçîrê çûbûn herêma Cûdiyê û wan çek, dûrbîn û cîhazên ragihandinê bi xwe re biribûn.
HPGyê da zanîn ku di wê demê de şerekî giran li herêmê hebû û got:
“Şervanên HPGyê dît ku alavên leşkerî bi wan re hene. Şervan gihîştin wê baweriyê ku ew kes ji bo dewleta Tirkiyeyê sîxuriyê dikin. Ji ber vê yekê ew hatin kuştin.”
HPGyê eşkere kir ku ew kes di demeke şaş de li cihekî ne guncaw bûn û got:
“Şervanan ji ber bandora şerê giran, bêyî lêpirsîneke berfireh ev biryar daye û ev bûyera bêşens qewimiye.”
HPGyê sersaxî xwest
HPGyê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ti eleqeya van kesan bi sîxuriyê re tunebûye.
HPGyê li ser vê şaşitiyê got ku ew wekî berpirsyariyeke dîrokî vê yekê rast dikin û got:
"Em di serî de ji malbatên Gungen û Batmazan re û ji gelê xwe yê Şirnexê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ji ber vê bûyera kedernak êşa wan parve dikin."



