Kobanî (Rûdaw) - Mihemed Îsmaîl Qadir û ajokarê wî Wîso Salih Hoşan 14ê Tîrmehê demjimêr 11ê şevê li devera di navbera Serê Kaniyê û Menacîrê de hatibûn revandin. Mihemed Îsmaîl Qadir piştî 26 rojan vegeriya mala xwe ya li Kobaniyê.
Mihemed Îsmaîl Qadir li ser wan rojan ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku kesên ew revandine di destpêkê de 250 hezar dolar xwestine û got:
"Wan ji min re got 'Metirse em tenê pereyan ji te dixwazin.' Min pirsî 'Çi qas?' Wan got '250 hezar dolar.' Min got 'Ma 250 hezar dolar li cem kê heye?' Min ji wan re got ku pereyên me nînin û ez ji bo malbata xwe amade me bimirim."
80 hezar dolar dan
Mezlûm Îsmaîl Qadirê birayê Mihemed da zanîn ku wan ji bo azadiya birayê xwe 80 hezar dolar dane.
Mezlûm xwest ku xelk alîkariya wan bike û got:
"Me ji bo birayê xwe 80 hezar dolar dane. Me ev pere ji xelkê deyn kirine. 80 hezar dolar pereyekî gelekî zêde ye. Em dixwazin her kes bi me re bibe alîkar."
Kêfxweşiya malbatê
Rola Mihemed Qadira keça Mihemed jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vegera bavê xwe anî zimên, "Ez hestên xwe bi dinyayê nadim. Em bi hatina bavê xwe gelekî kêfxweş in."
Mihemed û ajokarê wî piştî 26 rojên tirs û bendewariyê gihîştin malbatên xwe lê belê niha malbat ji ber deynên giran rûbirûyî pirsgirêkeke din e.


