Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek got, “Çavê wan li ser Kurdistana Federal (Başûrê Kurdistanê) e.”
Hemû xalên projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdana Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser mijarê bersivandin.
Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku armanca dewletê ya bi rêya vê projeyasayê, ne çareserkirina pirsgirêka Kurdan e û got:
“Ser û binê vê qanûnê ew e ku PKK çekên xwe deyne. Di vê pêvajoyê de çareserkirina meseleya Kurdan tune. Armanca Tirkiyeyê ew e ku Kurd li 4 beşên Kurdistanê çekên xwe deynin. Armanca wan Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ye. Dawiya dawî çavê wan li ser Kurdistana Federal (Başûrê Kurdistanê) e.”
"Em ji gotinan bawer nakin"
Çîfturek bal kişand ser tecrubeyên borî û anî zimên ku baweriya wan bi gotinan nîne.
Wî eşkere kir ku divê her tişt bi belgeyan be û got: "Di dîrokê de gelek tişt hatin gotin lê di encamê de mafên Kurdan nehatin dayîn. Ji ber vê yekê em li benda gavên pratîk in."
Sînan Çîfturek diyar kir ku pirsgirêka Kurdan tenê bi çekdanînê çareser nabe û divê mafên ziman, nasname û statuya siyasî ya Kurdan di destûrê de werin naskirin û got:
"Heta ku mafên neteweyî yên gelê Kurd neyên dayîn, aramî li herêmê pêk nayê."


