Hewlêr (Rûdaw) - Daristanên Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo jîngeh û bêhnvedana xelkê girîng in, di bin gefa qirêjî û xemsariyê de ne.
Gel û rayedarên jîngehê tekez dikin ku parastina van daristanan ne tenê erkê saziyan em berpirsyariya hemû kesan e.
"Nîvê daran şewitîbûn"
Şêniyê Kobaniyê Cemal Îbrahîm li ser mijarê axivî.
Cemal Îbrahîm diyar kir, hinek kes dema ku ji bo keyfê diçin nav daristanan derdora xwe qirêj dikin û wê qirêjiyê li pey xwe dihêlin.
Cemal Îbrahîm destnîşan kir ku berê jî ji ber agir nîvê daran şewitîbûn.
Wî eşkere kir ku divê ew der paqij were ragirtin çimkî milkê hemû bajêr e.
Darên hişk dikin gubreya organîk
Li Şitilgeha Şehîd Rojînê ji bo çareserkirina pirsgirêka bermayiyan, projeyek hatiye destpêkirin.
Di vê projeyê de darên hişk û bermayiyên ajelan dikin gubreyê organîk.
Endezyara Çandiniyê Nisrîn Kerho jî li ser projeyê got ku ev gav rê li ber qirêjiya hewayê digire û sûdê dide çandiniyê.
Bangî gel kirin
Her wiha Birêvebirê Desteya Jîngehê Arif Balî jî bangî gel kir.
Arif Balî ji xelkê xwest ku ji bo paşerojeke paqij hevkariyê bikin, daran biparêzin û yên nû biçînin.


.jpeg&w=3840&q=75)