Hewlêr (Rûdaw) - Sibe zêdetirî 600 malbat vedigerin malên xwe yên li Serê Kaniyê.
Hêdî hêdî konên koçberên Serê Kaniyê tên rakirin û bê xwedî dimînin.
Ew kon ev 7 sal bûn hatibûn vegirtin û ji koçberan re bûbûn wekî stargehekê.
Koçberan di bin wan konan de 7 salên tijî êş, dûrbûn û zehmetiyên mezin derbas kirin.
Yekem karwan sibe bi rê dikeve
Sibe yekem karwanê koçberên Serê Kaniyê dê vegere warê xwe.
Karwan dê sibe saet 08:00an ji Kampa Waşokaniyê ya li gundê Tiwênayê bi rê bikeve.
Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Parêzgeha Hisîçayê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) jî dê bi wan re be.
Dê 2 hezar dolaran wergirin
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Wî eşkere kir ku ev karwan ji zêdetirî 600 malbatan pêk tê.
Hat zanîn ku koçberên ku vegerin dê tezmînatê jî wergirin.
Her malbata ku vegere warê xwe dê 2 hezar dolaran bistîne.
Ev veger di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn de pêk tê.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ji bo selametî û aramiya vegera xelkê hemû tedbîrên ewlehî û lojîstîkê standine.

.jpeg&w=3840&q=75)
