Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 6 salî yê ku ji bo hênikbûnê ketibû Çemê Feratê û jineke ku xwest wî rizgar bike xeniqîn.
Li gorî agahiyan, malbata Yakut Adayê 6 salî ji bo ger û bêhnvedanê ji parêzgeha Amedê çûbûn gundê Bilêrîzê yê navçeya Siwêregê.
Zarokê biçûk ji bo ku di germa havînê de hênik bibe ket ava Çemê Feratê lê piştî demekê di nav avê de winda bû.
Derya Ulugera 33 salî dema dît ku zarok di nav avê de winda dibe, ji bo rizgarkirina wî xwe avêt çêm lê belê Ulugerê jî nikarîbû xwe ji pêlên çêm rizgar bike û ew jî di nav avê de winda bû.
Li ser agahdarkirina malbatê, tîmên cendirme, tenduristî û bin avê çûn cihê bûyerê.
Bi alîkariya xelkê derdorê û xebata tîman, cenazeyên her du kesan ji avê hatin derxistin.
Canezeyên wan ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Metirsiya Çemê Feratê
Çemê Feratê bi taybetî mehên havînê dibe sedema gelek bûyerên xeniqînê.
Ji ber ku herikîna avê li hinek cihan gelekî tund e û binê çêm ne wekhev e, kesên ku avjeniyê baş nizanin bi hêsanî di nav pêlên çêm de winda dibin.
Rayedar bi berdewamî hişyariyê didin welatiyan ku li cihên metirsîdar ên çêm nekevin nav avê lê tevî vê jî salane bi dehan kes, bi taybetî jî zarok, di çêm de dixeniqin.



