Hewlêr (Rûdaw) - Du Kurdên ji Kobaniyê ku li derdora Serê Kaniyê hatibûn revandin, hatin berdan.
Malbatên wan ji bo berdana wan 80 hezar dolar wekî fîdye da çekdaran.
Li ser kar hatibûn revandin
Mihemed Îsmaîl Qadir û Mihemed Salih Hoşan 14ê meha borî li gundê Menacîrê yê Serê Kaniyê hatibûn revandin.
Dema ku wan li gundê Menacîrê bi xerazê (amûra dirûnê) kar dikir, komeke çekdar ew revandin.
Rûdawê ji roja destpêkê ve rewşa wan dişopand da ku ew bi silametî werin berdan û ti zerer negihîjen wan.
600 hezar dolar xwestibûn
Birayê Mihemed ê bi navê Mezlûm Qadir ji Rûdawê re qala çawaniya berdana wan kir.
Mezlûm Qadir diyar kir ku çekdaran destpêkê 600 hezar dolar xwestibû.
Çekdaran ji bo her yekî 300 hezar dolar fîdye talep kiribû.
Lê di encama hevdîtinan de, ew bi 80 hezar dolarî qayil bûn.
Malbatên wan ev pere bi rêya kodekê ji Kobaniyê ji çekdaran re şand.
Ji bo lêkolînê li cem Asayîşê ne
Her du Kurdên ji Kobaniyê niha li bajarokê Şedadê ne.
Ew niha li cem Asayîşa Giştî ne.
Asayîşa Giştî ji malbatên wan re gotiye ku ew dê çend rojan li cem wan bimînin.
Armanca asayîşê ew e ku bi rêya lêkolînê xwe bigihîne wan çekdarên ku ew revandibûn.


